Haco: Nerînên Amerîka û Tirkiyê li ser herêma ewle ji hev dûr in

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco ragihand, Serok Barzanî di xema wê yekê de ye, ne yekrêziya Kurdî – Kurdî bibe sedema encamine xirap.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco ragihand, Serok Barzanî di xema wê yekê de ye, ne yekrêziya Kurdî – Kurdî bibe sedema encamine xirap.

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de li ser hevdîtina şandeke ENKS bi Serok Barzanî re ragihand, Serok Barzanî ji me re wek lêvegerek di warê netewî û siyasî de ye û bîr, bawerî û arasteyên wî ji me re girîng in.

Da zanîn jî: Mijarê di hevdîtinê me bi Serok Barzanî, xalên girîng ên me behsa wan kirine, gera dîpolmatîk a şandên ENKSê bi welatên bihêz ên cîhanê re û encamên wê kirin, rewşa Sûriyê bi giştî û proseya siyasî û rola Herêma Kurdistanê di piştevanîkirina pirsa Kurdî li Sûriyê û herwiha pirsa penaberan bûn.

Herwiha Haco got: Rewşa Sûriyê aloz e û rojane biryarên tên dayîn û bazarên nû tên kirin. Dilgiraniya Serok Barzanî jî di wê warî de ye ku rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê guh nade lihevkirina Kurdî – Kurdî û metirsî jî ew e ku ne yekrêziya Kurdî bibe sedemên encamên xerap.

Li ser helwesta dawî ya Rûsyayê ya derbarê Rêveberiya Xweser de ku gotibû Rêveberiya Xweser zordariyê dike, got: Kiryarên PYDê ji hemû cîhanê re aşkere ne û her kes dizane ku Rêveberiya Xweser nivîsgehên ENKSê li Rojava girtine û rê nade kes siyasetê bike û endamên me xistine zîndanan.

Herwiha diyar kir: Lê sedema sereke ya helwesta Rûsyayê ew e, Rûsya dixwaze hemû xaka Sûriyê di destê rêjîmê de be û herêmek di bin bandora Amerîka de ne bi dilê wê ye.

Derbarê rewşa Idlibê de jî got: Ez ne bi bawer im ku Idlib bi tevahî vegere ji rêjîma Sûriyê re, ji ber ku gelek penaber dê li ser Tirkiye û Ewropa bibin barekî giran. Sedema din jî ew e, divê cihek li Sûriyê hebe ku di destê opozîsyonê de be û şer lê her tim hebe, ji bo welatên bihêz rêjîma Sûriyê neçarî hin bazaran bikin û bi opozîsyonê re li ser masayê rûne. Berûvajî gotina Lavrov, eger e rewşa Idlibê û şer dirêj bike û heger ew rewş berdewam wiha berdewam bike, eger e ew bibe bingeha Sûriyayeke federal jî.

Li ser rêkeftina Amerîkî û Tirkî li ser “herêma ewle” Haco got: Avakirin herêmeke ewle di wê rêkeftinê de diyar nabe. Lihevkirina Amerîkî – Tirkî li ser hin pirsên ewlehiyê ne. Amerîka bo Tirkiyê dilxweş bike Tirkiyê herêmeke cudaker di navbera wê û hêzên HSDê de ava dike.

Herwiha li ser nerîna Tirkiyê ji herêma ewle re Haco got: Nerîna Amerîka û Tirkiyê ji herêma ewle re li ser kûrahiya wê û çawaniya birêvebirina wê, ne wek hev in. Herwiha Amerîkiyan ji me re got, Tirkiye nikare penaberê bi neçarî vegerîne “herêma ewle” û ne xelkê herêmê be jî, Tirkiye wan venagerîne.

Derbarê helwesta Amerîka û welatên Ewropa li ser Rêveberiya Xweser de, Haco diyar kir, Amerîkî tenê di warê leşkerî û şerê li dijî DAIŞê de ji Rêveberiya Xweser razî ye. Lê Amerîka ji îdareya wê ne razî ye û dixwaze ENKS jî di rêveberiyê de beşdar be û destpêşxeriya Fransî bi piştgîriya Amerîka jî di wê çarçovê de bû.

Derbarê danûstandina Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de, Haco got: Em beşek in ji Sûriyê û dema em bûn beşek ji şoreşê, me xwast guhartin di vê rêjîmê de çê bibe, heger ev rêjîm bi heman rêbaz û dîktaroyetê berê veger Rojavayê Kurdistanê ew tiştekî xerap e. Rêjîma Sûriyê ne di pirsa çareseriya giştî li Sûriyê û guhartinek di Sûriyê de û ne jî di pirsa Kurdî de nermahiyê nîşan nade û hevdîtinên MSD û rêjîmê jî bê encam bûn.

Derbarê nêzîkbûna Kurdî – Kurdî de,  Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco tekez kir: ENKS amade ye rêkeftinê bi Rêveberiya Xweser re bike û berê jî 3 rêkeftin bi serperiştiya Serok Barzanî çê bûbûn, lê Rêveberiya Xweser û PYDê hevpariyê qebûl nake. Destpêşxêriya Fransayê berdewam e, lê bi giranî birêve diçe û sedema vê giraniyê jî Rêveberiya Xweser û PYDê ye.

 

 

S. B