Hêzên Amerîkî gereke çavdêriyê li ser sînorê Iraq û Tirkiyê dikin

Hêzên Amerîkî gereke çavdêriyê di navbera deriyê sînorî Til Koçer yê di navbera Sûriye û Iraqê û Dêrikê de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Amerîkî gereke çavdêriyê di navbera deriyê sînorî Til Koçer yê di navbera Sûriye û Iraqê û Dêrikê de dikin.

Peyamnêrê K24ê li Rojavayê Kurdistanê Ekrem Salih da zanîn, bi armanca çavdêrîkirina rewşê, hejmarek ji otombîlên leşkerî yên Amerîka gihîştin deriyê sînorî Til Koçer.

Peyamnêrê me got jî, hêza Amerîkî piştî Til Koçer gihîşt navenda gaz, eliktirîk û kibrîtê ya li devera Siwêdiyê û ji wir ve jî dê berê xwe didin herêma Dêrikê.

Amaje bi wê jî da, ev yekem car e hêzên Amerîkî derbasî xala sînorî Til Koçer dibin. Deriyê sînorî Til Koçer 90 K.M li başûrê rojhilatê Qamişlo û 60 K.M li başûrê Dêrikê ye û ji aliyê Iraqê ve navê wê derî Rebîe ye.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû, dê beşek ji hêzên Amerîkî li bakurê rojhilata Sûriyê (Rojavayê Kuridstanê) bo parastina kêlgehên petrolê bihêle, çend roj in hêzên Amerîkî gerên çavdêriyê li rojhilatê Qamişlo û ta sînorê Iraqê encam didin.

S. B