Li Amûdê 2emîn Qehremaniya Volîbolê birêve diçe

Li bajarê Amûdê 2emîn Qehremaniya Volîbolê birêve diçe, tê de 10 tîm ji seranserî herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê beşdar dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Amûde

Li bajarê Amûdê 2emîn Qehremaniya Volîbolê birêve diçe, tê de 10 tîm ji seranserî herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê beşdar dibin, berpirsên Yekîtiya Werzîşê dibêjin, werzişa jinê di salên dawî de gelekî pêş ketiye û ew ji bo vê yekê hemû alîkariyan pêşkêş dikin, hin keçên beşdar jî kêfxweşiya xwe bi vê qehremaniyê nîşan dan.

Lîstikvanên beşdar jî kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna di vê qehremaniyê de nîşan didin û dibînin ku ew gelek sûdê ji lîstikên bi tîmên cuda re werdigrin, hin pispor jî tekez dikin ku bi berdewamiya alîkariyê werzîşa jinê bi giştî li Rojavayê Kurdistanê de dê pêş bikeve nemaze ku hejmara heskiriyên werzîşê di nava jinan de roj bi roj zêde dibin.

Qehremaniya Volîbolê her sal ji aliyê Desteya Werzîş û Ciwanan ya Cezîrê ve tê lidarxistin û mîna gelek beşên werzîşê jin bi hejmarên mezin tevlî vê lîstikê dibin ku her yaneyek bêhtir ji 20 keçên lîstikvan tê de hene, li gorî hin pisporan jî bi berdewamiya alîkariyê dê werzişa jinê li Rojavayê Kurdistanê bighêje astên herî bilind.