Berhemên çandiniya pêşwext bi nirxên guncaw dadikeve bazarên Rojava
K24 – Qamişlo
Di çend salên bûrî de li hin bajarên Rojavayê Kurdistanê pirojeyên çandiniya şînkayiyên pêşwext di malên lastîkî de hatine bikaranîn.
Bajarê Serê Kaninyê yek ji wan bajaran e ku ji heyama 5 salan ve dest bi pirojeya xwe kirine û ji 2 salan û vir de berhemên wan malên lastîkî li bazaran bi nirxekî guncaw têne firotin.
Bi armanca dabînkirina hin cûreyên sereke ji şînkayiyên Havînê di werzê Zivistanê de û sivikirina giraniya nirxê wan şînkayiyan ji ser milê welatiyan li bazaran, bîstanê Rojava yê taybet bi berhemhênana tov, şînkayî û mêweyan li bajarê Serê Kaniyê hate damezrandin.
Berpirsên vî pirojeyî dibêjin ku ji despêka meha çile de dest bi kar dikin û di meha Sibatê de şitlên xwe binax dikin û di meha Nîsanê de berhemên wan ji hin cûreyên şînkayî wek xiyar, bacan û îsotan û bi nirxekî guncaw ku li gorî karînên welatiyan be dadikeve bazaran.
Li ser rûberê 100 hêktarî ev bexçe hatiye avakirin û 32 malên lastîkî têde hene. Yek ji armancên beçxe jî ku malbatên penaber di bexçe de kar bi kin û niha jî 6 malbatên ku ji Dêrazorê û gundewarên Helebê koçber bûne karê bexçe bi rêve di bin.
Tevlî ku berhemhênana şînkayî nêzî 5-6 mehan jî berdewam dike, lê ji ber hin astengiyan wek dabînkirina tovê baş û alavên germahiyê di nava malên lastîkî de, bandorê li berhemên bexçe dike.
Di sala 2014an de ev bexçe ji alî Desteya Çandinî û Aboriyê ve ya bi ser Rêveberiya Xweser ve hatiye damezrandin û di sala 2017an de karîbû berhemên bexçe li bazaran bifiroşin. Ji bilî çandiniya şînkayî li nava bexçe genim û ceh jî tê çandin, herweha hin cûreyên darên mêweyan wek zeytûn, behîv, tirî, sêv, hinar û hin cûreyên din jî têne çandin.
Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji bilî vî bexçeyî 2 pirojeyên din jî hene, yek li Dêrikê û yek jî li bajarê Rimêlanê ye û ji ber ku ezmûna destya navbûrî serkeftî tê nirxandin, eger e di paşerojê de gelek pirojeyên hevawa li hin deverên din bêne pêkanîn.