Li Kobanî bajarê pîşesazî tê avakirin

Pirojeya avakirina bajarê pîşesazî li Kobanî ku mezintirîn piroje tê nasîn di qonaxa xwe ya duyamîn de berdewam e.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanî

Pirojeya avakirina bajarê pîşesazî li bajarê Kobanî ku mezintirîn piroje tê nasîn di qonaxa xwe ya duyamîn de berdewam e. Şerederiya bajêr ta nihe nêzî 200 dûkan ava kirine. Li gor endizyerê wê pêşbîn e di heyama salekê de proje bi dawî bibe û dûkan radestî sazkaran bibin.

Piroje li ser rûbera 193 hazar metro çarkoşe tê avakirin û nêzî hezar dûkanên çûk û mezin her wihe rawistgehan li xwe digre û pêşbîn e 2 meliyon Dolar li projê bê xerckirin.

Endizyarê pirojê diyar dikin ku ew rastî hin astengiyan jî tên, mîna zehmetiya peydakirina heyberên avakirinê, lê ew hawl didin ku pirojê li gor demê ku jê re hatuye danîn bi dawî bikin.

Piştî rizgarkirina bajarê Kobaniyê, şerederiya bajêr gelek pirojeyên mezin birêve dibe û ava dike, berî niha jî projeyek ji bo ofêsên otombêyalan bi dawî kir û redestî bazirganan kir. Li gor rêveberiya şerederiyê ku giringiyên van projan, komkirina pîşesazan û ofêsên otombêlan li cîhekî teybet e. Ev yek jî dikeve xizmetê ferehiya bajêr.