Serok Barzanî xewna Ehmedê Xanî pêk anî

Jan Dost:
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar û romanivîsê Kurd Jan Dost beşdarî bernameya “Basî Roj” a K24ê bû û li ser beşdariya wî di Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan, hevdîtina wî ligel Serok Barzanî û rewşa ziman û nivîsandina bi Kurdî û ezmûna xwe di nivîsandinê de axivî.

Jan Dost li ser Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê got: Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê gelekî girîng e û çalakiyeke wêjeyî û çandî û rûyê şaristanî ya Herêma Kurdistanê nîşan dide. Gelek weşanxane ji welatên Erebî û cîhanê tê de cihê xwe digirin û Hewlêr dibe cihê ewqas hizr, bîr û bawerî û hatina xelkê bo wê pêşanxaneyê jî gelekî baş bû.

Jan Dost ku romana xwe ya “Kobanî” li pêşangeha pirtûkan îmze kir, li ser wê yekê got: Hezkiriyên Kobanî, romana Kobanî û wêjeya Kurdî bi awayekî baş beşdarî rêwresa îmzekirinê bûn, bi awayekî ku roman li pêşangehê nema.

Li ser hevdîtina wî bi Serok Barzanî re got: “Xewnek bû û pêk hat. Min di romana xwe “Mîrname” de gotiye ku rewşenbîr û desthilat ji hevûdu dûr bin. Îro li Serok Barzanî dinirim wek rewşenbîrekî, ne ku wek kesekî di desthilatê de û ne wek serokê partiyekê. Hevdîtina min bi Serok Barzanî re, hevdîtina bi rewşenbîrekî re bû. Helbestên Ehmedê Xanî û Cirîrî gotin. Min jî destnivîsek dîwana Cizîrî pêşkêşî wî kir û wî jç bi germî pêşwazî lê kir. Serok Barzanî xewna Ehmedê Xanî pêk aniye. Ehmedê Xanî behsa serokekî dikir, xemxwariyê miletê xwe dixwe. Serok Barzanî jî xemxwarê gelê Kurd, doza Kurdî û dewleta Kurdî ye.”

Li ser rewşa zimanê Kurdî û qedexekirina perwerdehiya bi wî zimanî, Jan Dost got, ji bilî Başûrê Kurdistanê, li her sê perçeyên din perwerdehiya bi zimanê Kurdî qedexe ye. Jan Dost amaje bi mînakekê ji ola îslamî û mizgeftan jî kir û got: “Melayan xutbeya roja Înê li ser minberê bi zimanê Erebî û bi dengekî bilind digotin, lê dema melayan ew xutbe bi zimanê Kurdî ji gundiyan re şîrove dikirin, li mihrabê û bi dengekî nizmî digotin.”

Herwiha got: “Li mala me pirtûkên bi Erebî di pirtûkaneyan dihatin danîn, lê pirtûkên bi zimanê Kurdî di bin erdê de dihatin veşartin, lê ligel vê qedexekirin û şerê li dijî zimanê Kurdî, zimanê Kurdî ma û biser jî ket. 80 salî Tirkan zimanê Kurdî qedexe kir, bandoreke mezin kir, lê zimanê Kurd venemirî.”

Li ser pirsa ku gelek plan û proje ji bo têkbirina çand, ziman, huner û nasnemya Kurdî têne birêvebirin, nivîskar û rewşenbîrên Kurdî çawa karîn li hemberê wê berxwe bidin, Jan Dost got, zimanê Kurdî di bin zinarê qedexekirinê de nema. Tevî ku zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê wek gunekê dihat hejmartin, lê gelek nivîskaran ligel ku li dibistanan bi Kurdî nexwendin, lê roman bi vî zimanî nivîsandin. Kîjan ziman ewqas rastî fişar û qedexekirinê bihata, dê nemaba, lê zimanê Kurdî karî liber xwe bide.”

Li ser xwedîderketina li zimanê Kurdî, Jan Dost dibêje, tiştê ji destê miletê me derdikeve, dike. Pêşwazî li zimanê Kurdî heye. lê pêwîstiya me bi sîstemek heye ji bo zimanê Kurdî bi gelê xwe şîrîn bikin û bi taybet ji zarokan re.

Li ser nêzîkbûna di navbera nivîsandina Jan Dost û Mihemed Uzun de, Jan Dost got, Mihemed Uzun mamosteyek e di warê nivîsandina romana Kurdî de û kesên destpêkê ye yê roman nivîsandine. Jêdera min û Mihemed Uzun yek e, jêdera me dîroka gelê Kurd e. Herwiha zimanê ku em dinivîsin jî, zimanekî nerm û asan e û ne dijwar û giran e.

Li ser cudahiya di navbera nivîsandina bi zimanê Kurdî û Erebî de, Jan Dost dibêje: Ez di nivîsandina bi Kurdî de rihetir im. Xewn û xeyalên min bi Kurdî ye, lê Erebî zimanê nivîsandinê ye. Dema romanê bi zimanê Erebî dinivîsim, dixwazim derbasî cîhana Erebî bibim, ku Kurdan nas nakin û hizrine ne rast li ser Kurdan birine, lê em dixwazim vê wêneyê biguhêrim.

 

 

S. B