Bi grafîk.. Girîngtirîn wîstgehên jiyana Mesrûr Barzanî

Di grafîkekê de Kurdistan24 girîngtirîn wîstegehên jiyana raspêrdeyê bi pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîşan dide.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî di 12ê mehê Hezîrana bû bi pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat raspardin û îro jî Parlemana Kurdistanê baweriyê dide kabîneya nû.

Di grafîkekê de Kurdistan24 girîngtirîn wîstegehên jiyana raspêrdeyê bi pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîşan dide.

Mesrûr Mesûd Mistefa Barzanî li 2ê Avdara sala 1969 li gundê Dîlman li devera Balekayetî  hatiye dunyayê.

Di Havîna sala 1985an de, di 16 saliya xwe de peywendî bi rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û beşdarî di Şoroşa Gulanê de kiriye.

Di sala 1988 de beşdariya meydanî di dastana navdar a Xwakurik li dijî artêşa rêjîma diktor ya Beisê kiriye û bi kamîreya xwe ya taybet pişkek ji qehremaniya Pêşmerge di wê dastanê de tomar kiriye, ku yek ji filmên dekomênerî yên şoroşa çekdarî ya gelê Kurdistanê ye.

Sala 1991 beşdarî di serhildana gelê Kurdistanê de kiriye.

Her çend e bi egera şoroş û berxwedana gelê Kurd, jîyana zaroktiya xwe di awareyî û derbideriyê de derbas kiriye, lê qonaxên xwindina seretayî, navendî û amadeyî li Îranê bi serkeftî temam kiriye.

Di sala 1992 bo fêrbûna ziman Înglîzî, çûye Londonê Paytexta Brîtanîyayê û dema salekê li wir xwendiye.

Piştre bo berdewamkirina xwendinê, diçe Amerîkayê û li Zankoya Amerîkayî li Washingtonê D C (1993-1997) xwendina xwe bi serkeftî temam kiriye û bawernameya Bekaloryos di Zanistên Siyasî de bi dest anîye.

Piştre her di wê zankoyê de bo bidestxistina bawernameya Masterê li warê Aştî û Çareserkirina Nakokiyan xwendîye.

Sala 1998an vegeryaye Kurdistanê û di kongireya 12ê a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de amade bû û bi dengên beşdarbûyên kongireyê wek endamê Komîteya Navendî ya PDKê hat hilbijartin û erkê rêvebirina Ajansa Parastin û Hewalgîriyê pê hat spartin.

Sala 2015an Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek dezgehek mirovî xêrxwaz û qazanc nevîyayî damezirand, bo pêşkeşkirina alîkarî û hevkariyê li ser aware û penaberan.

Di kongireya 13 a PDKê de ku li sala 2010 birêve çû, yekemîn dengên beşdarbûyên kongireyê bi dest xwe ve anî û wek endamê Polîtburoya PDKê hat hilbijartin.

Bi fermana Serok Barzanî û biryara hejmare 68 li 30/4/2012an bûye Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma  Kurdistanê.

Piştî meha Tebaxa 2014an bo rûbirûbûna êrişên teroristên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyê rêvebrîya Herêmê de, odeya hevbeş ligel Hevpeyamanan pêk anî, ku vê hewla hevbeş roleke wê ya bi bandor hebû li ser arastekirina êrîşên asmanî û rêvebirina operasyonên meydanî li dijî DAIŞê.

Mesrûr Barzanî li gel Serok Barzanî bi awayekî meydanî li eniyên şer amade dibû û beşdarî di serperiştiya piraniya operasyonan de li dijî DAIŞê kiriye.

Damezrêner û Serokê Fexrî yê Borda Zanokoya Amerîkî Kurdistan li Duhokê ye, ku li Çileya 2013 kevirê bingehîn ê wê projeyê hat danan.

Xêzandar e û sê kur û keçeke wî heye, bi navên (Yasmîn, Arîn, Berzîn û Aran)

Ji bilî zimanê dayîkê, zimanên Farisî, Înglîzî û Erebî dizane.

Arezûya wî ya xwendin, nîgarvanî, hespsiwarî û melevanîyê heye.