Rêveberiya Xweser: Rûsya bi rêkeftina bi HSDê re hatiye Til Temirê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê rewşa dawî ya li herêmê daxuyaniyek da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê rewşa dawî ya li herêmê daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhemîd El-Mihbaş di konferanseke rojnamavanî de ragihand, Amerîka, Rûsya û Netewên Yekgirtî derbarê binpêkirinên mafên mirovan de li Girê Sipî û Serê Kaniyê û kuştina sivîlan de bêdeng in.

Got jî: Tirkiye guhartina demokgrafî li navçeyê dike û pêwîst e, rê li ber vê yekê bê girtin.

Herwiha daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê kir, danûstandinan bi wan re bi pêş ve bibe. Tekez kir jî, tometên perçekirina Sûriyê ji aliyê wan ve ne rast in û ti carî wan hewla perçekirinê nedane û rê jî li ber wê yekê girtine.

Ji aliyê xwe ve, Hevseroka Desteya Cibicîkar ya Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid got, derbasbûna Rûsya bo bajarokê Til Temirê, li gor rêkeftinekê ku berî niha di navbera HSD, Rûsya û Hikûmeta Sûriyê de hatiye kirin û da zanîn, rêkeftina wan bi Hikûmeta Sûriyê re, tenê serbazî ye.

 

S. B