Graham: Baştirîn çare, hêzeke navdewletî di navbera HSD û Tirkiyê de bicih bibe

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham tekez dike, nabe Amerîka ji bîr bike ku di şerê li dijî DAIŞê de, Kurd baştirîn hevpeymanê wê bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham tekez dike, nabe Amerîka ji bîr bike ku di şerê li dijî DAIŞê de, Kurd baştirîn hevpeymanê wê bû. Dibêje jî: Washington dixwaze pêwendiyên xwe bi Enqerê re asayî bike.

Lindsey Graham ji K24ê re ragihand, “Hêvîdar im em û Tirkiye riyekê bibînin, ta ku pirsgirêkan çareser bikin. Em dixwazin Tirkiye firokeyên F-35 li şûna S-400 a Rûsî hilbijare û nabe Tirkiye wê pirsê aloztir bike.”

Aşkere kir jî: “Em dixwazin pêwendiyeke me ya baş bi Tirkiyê re hebe. Derbarê herêma ewle de jî li Sûriyê, nabe nîgeraniyên ewleyê yên Tirkiyê, bi riya serbazî bêne çareserkirin.”

Tekez kir jî: “Baştirîn rê bo herêma ewle ew e, hêzeke navdewletî di navbera HSD û Tirkiyê de bicih bibe û nabe ji bîra me biçe ku Kurd baştirîn hevpeymanê me di şerê li dijî DAIŞê bû.”

 

 

S. B