Werzê xwendinê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê hin guhertin derbasî minhacê xwe dike û refeke nû li ser refên xwendinê zêde dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Sala nû ya xwendinê li Rojavaye Kurdistane dest pê dike, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê hin guhertin derbasî minhacê xwe dike û refeke nû li ser refên xwendinê zêde dike. Şagirtên minhaca Kurdî kêfxweşiya xwe bi sala nû êşker dikin û dibêjin ku ew ji xwendina bi zimanê dayikê hez dikin.

Roja yekemîn ji sala nû ya xwendinê 2019 - 2020 li dibistanên ku minhacê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya girêdayî Rêveberiya Xweser bi kar tînin dest pê dike.

Cîgira Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê dide zanîn ku wan amadekariyên xwe jibo sala nû kirine û îsal zêdeyî 19 hezar mamoste li herêma Cizîrê hatine perwerdekirin. Herwiha dibêje ku wan refê 6em jî tevlî qonaxa amadehiyê kirine.

Hejmara şagirtan di dibistanên Rêveberiya Xweser de dighêje zêdeyî 230 hezar şagirtî li ser asta Cizîrê û nêzî 2 melyon pirtûk hatine çapkirin. Şagirt jî kêfxweşiya xwe bi destpêka sala nû diyar dikin û dibêjin ku ew amade ne dest bi xwendina xwe bikin.

Îsal minhacê Rêveberiya Xweser li ser hemû dibistanên Rojavayê Kurdistane ta refê 11an tê bikaranîn û pêşbîn e ku sala bê tevaya refan bibe minhacê rêveberiyê.

Cudahî di nerînên welatiyan derbarê xwendina minhacê Kurdî di dibistanên deverê de heye, ji ber ku ta roja îro tu danpêdan bi minhacê Kurdî tune ye û herwiha ta nuha dibistanên di çargoşeya ewlehî de minhacê hikûmeta Sûriyê bikar tînin.