Cotkarên Rojava ji nirxên kirîna genim û ceh nerazî ne

Rêveberiya Xweser nirxê kirîna berhemên ceh û genim ragihand û ji ber diyarkirina nirxê kêm, nerazîbûneke mezin di nava cotkar û welatiyên Rojavayê Kurdistanê de çêbûye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser nirxê kirîna berhemên ceh û genim ragihand û ji ber diyarkirina nirxê kêm, nerazîbûneke mezin di nava cotkar û welatiyên Rojavayê Kurdistanê de çêbûye.

Encûmena Rêvebir a Rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku nirxê kirîna buhaya kîloya genim bi 150 Lîre Sûrî û buhaya kîloya ceh bi 100 Lîre Sûrî diyar kiribûn, di demekê de ku hikûmeta Sûriyê 1 kîlo genim bi 185 Lîre û ceh bi 135 Lîreyê destnîşan kiriye.

Ji ber cudahiya nirxê van berheman jî nerazîbûneke mezin di nava cotkarên Rojavayê Kurdistanê de peyda bûye, nemaze ku Rêveberiya Xweser dê rê nede berhemên ceh û genim li derveyî herêmê bên firotan.

Nirxê Îsal ne tenê ji nirxê ku hikûmeta Sûriyê destnîşan kiriye kêmtir e, lê belê ji nirxên sala bûrî jî kêmtir e ku 1 kîlo genim bi 175 Lîre û ceh bi 125 Lîreyan dihate firotin.

Desteya Aborî û Çandiniyê pêşbînî dike, îsal dê berhema genim bigihe milyonek û 100 hezar tonî û yê ceh jî bigihe milyonek û 500 hezar ton.