Xwedîkirina ajelan li Cizîrê bûye diyardeyek

Kesên ku ajelên kedî xwedî dikin daxwaz dikin komele û rêxistinên taybet bi xwedîkirina ajelan bêne damezrandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwedîkirina ajelên kedî di nava malan de li deverên Cizîra Rojavayê Kurdistanê di çend salên bûrî de bûye diyardeyek. Kesên ku ajelên kedî wek pisîk û kûçikan di malên xwe de xwedî dikin dibêjin ku pêwist e komele û rêxistinên taybet bi xwedîkirina ajelên kedî bêne damezrandin, da ku li cade û kolanan nexweşiyan belav nekin.

Mesûd ji heyama nêzî 30 salî ve ajelên kedî xwedî dike, pisîka Wanê li nêzîkî sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de girtiye û niha piştî çêlîkên wê jî çêbûn li mal û cihê karê xwe guhdanê bi wan dike.

Xwedîkirina ajelên kedî di nava malan de û bi taybetî kûçik û pisîk li herêmên kurdî ji alî civakê ve gelekî nayê qebûl kirin. Suad welatiyeke Lubnanî ye û ji heyama 10 salan ve li Qamişlo dijî, kûçikê xwe ji Beyrûtê bi xwe re anî Qamişlo û bi malbatê re di nava malê de dijî.

Suad dibêje ku di despêkê de xwedîkirina kûçik di nava malê de ne dihate qebûlkirin, lê ji heyama 3-4 salan ve hêdî hêdî hejmarek malbat pisîk û kûçikan xwedî dikin û hêviyeke wê heye ku komeleyên taybet bi xwedîkirina van ajelan bêne damezrandin.

Bijîşkekî ajalan derbarê xwedîkirina ajelên kedî di nava malan de , tekez kir, di çend salên bûrî de xwedîkirina ajelên kedî wek pisîk û kûçikan bûye diyardeyek û gelek kes ji bo dermankirinê seredana wî dikin û hêdî hêdî ji alî civakê ve jî tê qebûl kirin.

Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê gelek pêkhateyên cûrbecûr ji heyama dehên salan ve li gel hev dijîn û kesên xwedî sewal û ji bo parastinê tenê kûçik dihewandin û çanda xwedîkirina kûçik û pisîkan di nava malan de tenê li cem Xiristyan û Ermeniyan hebû, lê niha ev çand derbasî nava tevaya pêkhateyên deverê dibe.