HSD: Nabe gel bibe qurbaniya rêkeftinên aborî yên Amerîka û Tirkiyê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, Nabe gel bibe qurbaniya rêkeftinên aborî yên Amerîka û Tirkiyê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, Nabe gel bibe qurbaniya rêkeftinên aborî yên Amerîka û Tirkiyê.

Berpirsê Navenda Ragihandinê yê HSDê Mistefa Balî li ser hevdîtina Serokê Anerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ji K24ê re ragihand, ew derbarê hevdîtina Trump û Erdogan ne agahdar in, lê divê wek erkekî exlaqî Amerîka gerentiya parastina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike û gel nebe qurbaniyê rêkeftinên aborî.

Balî da zanîn, li gor pêwendiyên wan bi Koşka Sipî û Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentegon) re, soza parastinê ji wan re hatiye dayîn.

Serokomarê Tirkiyê roja 13ê vê mehê li Koşka Sipî bi Serokê Amerîka re civiyabû û hat ragihandin ku pevguhartina bazirganiyê di navbera herdu welatan de dê ji 20 milyar Dolaran bigihe 100 milyar Dolar.

 

 

 

S. B