Li Enqerê Festîvala Filmên Jinan dest pê dike

Li Enqerê paytexta Tirkiyê, 19mîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Sûpurgeyê dest pê dike. Berpisyarên Komeleya Uçan Sûpûrgeyê agahiyên li ser dîroka festîvalê û derbarê fîlmên ku di festivalê de cih digrin, ragihandin. Festival di 5ê Gulanê de dest pê dike û heta 12ê Gulanê dê berdewam bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/de064579-a068-4158-ba6c-dddcf8c2a389/FestivalaFilmaJinan.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Enqerê paytexta Tirkiyê, 19mîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Sûpurgeyê dest pê dike. Berpisyarên Komeleya Uçan Sûpûrgeyê agahiyên li ser dîroka festîvalê û derbarê fîlmên ku di festivalê de cih digrin, ragihandin. Festival di 5ê Gulanê de dest pê dike û heta 12ê Gulanê dê berdewam bike.

Komeleya Uçan Sûpûrgeyê her sal Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî li dar dixe. Ev festîval bi navbeykariya Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê, balyozxaneyên biyanî, Delegasyona Yekîtiya Ewropayê û Saziyên Civakî yên Tirkiyê û navneteweyî tê li dar xistin.

Îsal mijara festîvalê li ser “Hezkirin çi ye?” ye. Reveberên komeleyê derbarê diyarkirina sernavê festîvalê de ragihandin ku li derve gelek deng hene, lewre ew deng gelek caran naçe wan, herwiha ji ber ku tu kes dengê hev nabihêze wan jî xwestiye ku li ser vê esasê riya heskirinê bi vî awayî peyda bikin.

Hevseroka Komeleya Uçan Sûpûrgeyê Selen Dogan ji K24ê re anî ziman û axivî: “Em, îro li cîhanê bi komkujiyê, nîjadperestiyê, cudadîtiyên zayendî û cûdakirinê re rûbirû dîminin. Ev yek her roj zêdetir dibe. Divê em li ser hêvî û hezkirinê bifirikin. Herwiha vê salê li Tirkiyê şer hebû. Heta fîlmê “Baglar”ê jî li ser vê yekê ye. Wekî hûn dizanin, Baglar navçeya Diyarbekirê ye.“

Di Festîvalê de ji Tunusê heta Meksîkayê, ji Rusyayê heta Ewropayê fîlm hene. Derhênerên her welatan, di fîlmên xwe de li ser pirsgirekên jinên welatên xwe rawestiyane. Ji ber vê yekê jî ev festîval ji bo rexnegiran û komeleyan gelekî giring e.

Berpirsyarê Projeyê Onur Çîmen derbarê festival de ji K24ê re got: “Di festîvalê de 9 beş hene. Di wan beşan de fîlmên cûda wê bên nîşandan. Em dixwazin bi vê festîvalê re hezkirina jinan, pirgirekên jinan bi bîr bixin. Em dixwazin, giringiya hezkirina jinan û giraniya jinan nîşan bidin.“

Rêxistina Navneteweyî ya FIBRESCÎyê jî, ji bo festîvalê lijneya jûriyê ya xwe dişîne û ji bo pêşbirka bi xelat ya FIBRESCÎyê jî wê 12 fîlm ji nava festîvalê bêne hilbijartin.

Berpirsyarê Projeyê Bîlgay Taşay got: “Kijan fîlm xelat digre, wê roja çarşêmê diyar bibe û di 12ê Gûlanê de ango pencşêmê bi beşdarbûna temaşevanan dê xelat bê dayîn. Herwiha di festîvalê de ji bo jînen sinameger jî beşeke taybet heye.”

Temaşevan dikarin hin fîlman bi derhenêr û listîkvanê fîlman re temaşa bikin. Herwiha di festîvalê de fîlmên kurt û belgefîlm jî hene. Panel û atolyeya medyayê dê bê lidarxistin. Mijara penaber û koçberiyê jî nehate jibîrkirin û fîlmên derbarê penaber û koçberiyê de jî di festivalê de wê cihê xwe bigirin.