Yekemîn mihrîcana mûzîkê “Orkêş” li Qamişlo dsest pê kir

Li Rojava û Bakurê Sûriyê yekemîn mihrîcana bi navê Orkêş ya mûzîk û stranên gelan bi beşdariya hejmarek ji komên deverê û ji hemû pêkhatan li bajarê Qamişlo tê lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li Rojava û Bakurê Sûriyê yekemîn mihrîcana bi navê Orkêş ya mûzîk û stranên gelan bi beşdariya hejmarek ji komên deverê û ji hemû pêkhatan li bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Ji 23 meha Berçile û ta 31 heman mehê, nêzî 40 komên mûzîkê bi mercên ku gotin, awaz û mûzîk nû bin dê bikevine nava pêşbirkê de.

Di bin navnîşana (mûzîk û stran îfadeya rastiya gelan e) 40 komên mûzîkê ji hemû pêkhatên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dê beşdariya mihrîcanê bikin. Wekî gaveke yekemîn ku ev mihrîcan bibe li ser asteke herêmî, hin kom ji devera şingalê jî dê beşadariya çalakiyê bikin.

Endamê komîta amadekar Bêkes Darî ji K24ê re got: “40 kom in, her komek 3 stranên nû bibêje, yan zêdetirî ji 100 stranên nû. Yek bi şert û mercên me jî, ku gotin û awaz nû bin. Di dema dawiyê wek xetimandinekê hatibû çêkirin, me jî xwast ku ev mehrîcan ji hemû hunermend û koman re wek derfetek be, bo karê mûzîkê bipêş bikeve.”

Li gorî komîta amadekar, ji heyama 6 mehan ve amadekariyên mihrîcanê têne kirin û ji 3 mehan û vir de komîta navhatî seredana komên mûzîkê ji bajarê Dêrikê ta bi Efrînê kirin. Komîteke nirxandinê ji 5 kesên pispor û pile bilind di warê mûzîkê de mîna hunermend Reşîd Sofî û Mehmûd Berazî û Salihê Heydo hate damezrandin û li ser dirêjahiya 9 rojan dê berhemên komên mûzîkê bi nirxînin.

Endamê komîta nirxandinê hunermend Reşîd Sofî ji K24ê re wiha axivî: “Ragihandineke zexim ji mwhrîcanê re heye. Dimîne em gyhdar bikin û stranan binirxînin. Em niha gelek kêfxweş in bi vê civata ku çê bûye û cihê serbilindiyê ye ji me hemû Kurdan re. Em bihêvî ne jî ku encameke baş jê derkeve.”

Rojane ji 6-7 komên mûzîkê wê stranên xwe pêşkêş bikin,û ji ber tunebûna alav û amûrên teknîkê li hemû bajarên deverê, tenê mirîcan li bajarê Qamişlo dê bi rê ve biçe.