Ektera Kurd a Sûrî Canyar Hesen: Li ser Efrînê xemgîn im

Hunermenda Kurd a dramaya Sûrî Canyar Hesen radigihîne, ew dixwaze hunermend û sînemagerên Kurd nas bike û dixwaze di sînemaya Kurdî de kar bike. Derbarê rewşa Efrînê de jî got: Ez xemgîn im.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermenda Kurd a dramaya Sûrî Canyar Hesen radigihîne, ew dixwaze hunermend û sînemagerên Kurd nas bike û dixwaze di sînemaya Kurdî de kar bike. Derbarê rewşa Efrînê de jî got: Ez xemgîn im.

Ektera Kurd Canyar Hesen di perawîza beşdariya wê di Heftemîn Festîvala Navdewletî a Fîlman li Duhokê di hevpeyvînekê bi K24ê re da zanîn, ev cara yekem serdana Herêma Kurdistanê dike û bi vê serdanê beşdariya wê di Heftemîn Festîvala Navdewletî a Fîlman li Duhokê û naskirina gelê Kurd li Herêma Kurdistanê gelekî kêfxweş e.

Canyar Hesen diyar kir, ew dixwaze hunermend û sînemagerên Kurd nas bike û dixwaze di sînemaya Kurdî de kar bike.

Amaje bi wê kir jî, di du rojên destpêkê de hin pirsgirêk derbarê têgihîştina zaraveya Kurdî a Başûrê Kurdistanê de li cem wê hebû, ji ber ku hin cudahî di navbera zaraveya Efrînê û ya Başûrê Kurdistanê de heye, lê piştre ew fêr bû û karî têbigihê wê zaraveyê.

Ektera dramaya Sûrî Canyar Hesen ku ji Efrînê ye li ser rewşa Efrînê got: Min bîra Efrînê kiriye û li ser rewşa Efrînê xemgîn im.

Hunermend Canyar Hesen ji Efrînê ye û ji sala 2010an ve di rêzefîlmên drama Sûrî de kar dike û ji navdartirîn rêzefîlma tê de beşdar bûye bi navê (Bab El Hara) ye. Herwiha rol di hejmarek rêzefîlmên de girtiye.   

 

 

S. B