Stranbêjên Tirkan, Stranên Kurdî didizin

K24 – Navenda Nûçeyan

Strana navdar a nîjadperestên Tirkan a bi navê ölürüm türkiyem ko stranbêj Mustafa Yildizdogan strabû ji kurdan hatiye dizîn. Xwediyê vê îdiayê hesabekî twîtirê yê bi navê Serhad Eyaled Lordu ye. Ev mijar di çapemenî û tora medyaya civîakî de ciheka berfireh girt. Lê Mustafa Yildizdogan vê îdiayê red dike.

Ev stran jî wekî piraniya stranên kurdan ji aliyê Tirkan ve hatiye dizîn.

Hesabekî Twîtirê yê bi navê Serhad Eyaled Lordu strana bi navê Dayê ko di sala 1986an de ji aliyê Koma Qamişlo ve hatiye gotin belav kir û bang li Stranbêjê Tirkan Mustafa Yildizdoganî kir ko derbarê vê stranê de daxûyaniyek bide. Lewra Mustafa Yildizdoganî ev strana kurdan dizîye û di sala 1993an de bi navê Olûrûm Turkiyem ango Ji Bo Te Dimirim Tirkiyeya Min belav kiriye. Nîjadpersetên Tirkan wê demê ji vê stranê gelek hez kiribûn. Lê niha ev mesele di nav çapemeniyê de dengek mezin veda û gelek kes dibêjin Mustafa Yildizdogan strana kurdan diziye.

Lê Stranbêjê Tirkiyeyê ragihand ko nûçe û daxuyaniyên derbarê strana wî de derew in û ew dê li hemberî xwediyê van îdiayan doz veke. 

Meseleya dizîna stranên kurdan ji aliyê tirkan ve her çend îro di çapemenî û medyaya civakî de bi awayek xurt cih girtibe jî tê zanîn tirk ji mêj ve ye berhemên kurdan didizin. Sedan mînakên vê çîrokê hene lê mînaka herî berbiçav jî strana Hasan Zîrak a bi navê Ey Netewe ye.

Ev stran di sala 1946an de ji bo Damezirandina Komara Kurdistanê hatibû çêkirin. Lê Tirkan vê stranê jî dizîn û diyarî li Damezrînerê Tirkiyeyê Mustafa Kemal Atatûrkî kirin.

Dewletbûn tenê sînor û xaka miletekî naparêze. Herwiha xwedîtî çand û hûnera wê jî dike. Ger dewletekî serbixwe ya kurdan hebûya berhemên wan jî ev qas bi hêsanî nedihat dizîn...