ÇEMÊ DÎCLE-1 (ji Gola Hezarê heta Êlihê)

Çemê Dîcle, ji başûrê Çîyayê Hezarbaba (Hazarbaba, 2240 m) yê ku li başûrê Gola Hezarê dimîne dest pê dike...

Abdurrahman Onen

Çemê Dîcle, ji başûrê Çîyayê Hezarbaba (Hazarbaba, 2240 m) yê ku li başûrê Gola Hezarê dimîne dest pê dike. Çemê ku ji navbera gundên Keydan (Başkaynak, gundê Xarbato/Sivrice ye), Bersî (Elmasuyu), Cundî (Altıntarla) û Xazerek (Kavak) derdikeve li başûrê Gola Hezarê, ber bi rojhilat ve diherike, di nav Deşta Bermaz re derbas dibe û digîhêje ser ava ku ji Gola Hezarê derdikeve, ji vê derê pê ve Çemê Dîcle dest pê dike.

Çemê Dîcle, di navbera gundên Hêlîndir (Çitliköy, gundê Madenê) û Qiziltepe (Kızıltepe) re ber bi başûrê rojhilat ve diherike. Çemê Dîcle, di ber Madenê re derbas dibe, li derdora Çîyayê Zilfî digere û ber bi Pîran û Gêlê (Eğil) ve diherike. Çemê Dîcle, li derdora Qelemdan (Değirmendere, gundê Erxenîyê) ber bi rojhilat ve diherike. Ji bakurê Gisto (Çayköy, gundê Erxenî) heta Bazbendê (Yeşilsırt, gundê Pîran-Dîcle), Bendava Qama Kêna Qirêlî (Bejna Qîza Qirêl, Kralkızı Barajı) hatiye çêkirin.[1]

Çemê Dîcle, piştî vê bendavê ber bi başûrê rojhilat, ber bi Gêlê ve diherike. Li rojhilatê Gêlê, li derdora gundên Amnî (Kalecik) û Qasan (Kazanlı) Çemê Birqleyn tev li Dîcle dibe û Dîcle li vir ber bi başûr ve diherike.

Çemê Dîcle, li başûrê Şawelya (Yatır, gundê Gêlê) ber bi rojhilat ve dizîvire. Çemê Deva (Newala Deva, Devegeçidi), ji hêla rojava ve tê û di navbera gundên navenda Amedê Tîlxan (Hantepe) û Işqart (İlbaş) de tev li Dîcle dibe; li ser vî çemî bendav hatiye çêkirin. Çemê Dîcle, di navbera Işqart û Mermera Têrka (Mermeri) de ber bi başûr ve dizîvire û berê xwe dide Diyarbekir.

Çemê Dîcle, di ber (rojhilat) Diyarbekir re derbas dibe; gelîyê Çemê Dîcle, li vir firehtir dibe, Pira Dehderî (120 m) piştî Bexçeyên Hewselê li ser Dîcle hatiye çêkirin. Çemê Elo Hindî li başûrê bajêr tev li Dîcle dibe, Pira Reş ya dîrokî li ser vî çemî ye. Çemê Dîcle, piştî 7 kîlometreyên li başûrê Diyarbekir, li derdora Palûke (Fabrika/Çarıklı) û Hecî Îsê (Karpuzlu) ber bi rojhilat ve dizîvire û ber bi Bismilê ve diherike.

 ___________________

Qetlîama Pira Reş
Pira Reş (Karaköprü) li nêzîkî sînorê Xana Axpar (Çinar) û Diyarbekir, li ser Çemê Elo Hindî ye.

Tê gotin ku di sala 1936an de hêzeke Mala Cemîl Paşa ji Binxetê hatiye Diyarbekir ku êrîşî Mala Pirinçzade bike.

Lê kês pê nexistiye ku êrîşî wan bike. Di vegerê de li ser Pira Reş rê dibirin û yên ku tên tazî dike. Di nav rêwîyên ku tên ser Pira Reş de dozger, dadger, û hefserekî (yüzbaşı) dewletê jî hene. Zêr, pere û xişrên wan hildigirin û berê xwe didin Binxetê.

Dewlet, Mufetîşê Umûmî Abidin Ozmen dişîne ku vê meselê çareser bike. Eskerên dewletê ji gundên derdora Pira Reş 103 kesan berhev dikin û dibin li derdora Pira Reş dikujin.

Di sala 1950yî de Demokrat Partî (DP) dibe desthilatdar. Parlamenterê DPê Mustafa Ekinci di meclîsê de vê mijarê tîne ziman, lê dewlet tiştekî nake û qapaxê datîne ser.

Agahîhttps://www.habercilerden.com/5734-2/

___________________

Çemê Reşan (Göksu), ji bakurê Çîyayê Mazî derdikeve, di navbera gundên Kelek (Yücebağ, gundê Şemrex) û Xirbê Helêla (Ortaklı) re derbas dibe, li rojavayê Bismilê tev li Çemê Dîcle dibe.

Çemê Embarê (Embar, gundê Karazê ye, Ambar Çayı), ji derdora Celik (Güçlü, gundê Licê), Huseynîg (Arıklı) û Serdê (Seren, gundê Hênê ye) dest pê dike. Ava vî çemî, ji ber çîyayê ku li pişta Dara Hênê dimîne ji binê erde derdikeve, li rojavayê Karazê ber bi başûr ve dizîvire û li rojavayê Bismilê tev li Dîcle dibe.

Çemê Entaxê û Çemê Sarimê di sêgoşeya Licê, pasûr û Farqînê de digîhêjin ser hev. Çemê Godernê ji vir dest pê dike û diçe tev li Çemê Qulpê dibe.

Çemê Sarimê, ji herêma çîyayê Bilîcanê, ji sînorê welatê Yado dizê. Di nava wan çîyayên debdebe de, di newal û geliyên kûr û zixur de, bi xurexur û lemelemê di binê Pêçarê (Güldiken, gundê Licê) de, alî warê dewleta Badê Dostikî de diherike. Di pișta Pira Mala Badê, ava çemê Entaxê (Entax), Taloriyê, Bekiran, Pasûrê, Sasonê û Xerzan tê ser û dibe çemê Heftav.[2]

Çemê Qulpê û Çemê Talorî ji herêma Gelîyê Gûzan dest pê dikin, ber bi başûr ve diherikin û li ber Bendava Bazmanê digîhêjin ser hev. Du şaxên Çemê Qulpê yên sereke hene: Şaxek jê ji hêla Mûşê, ji derdora Zozanê Şênê dizê û tê; şaxek jê jî, ango Çemê Gîsê ji aliyê Çîyayê Gohermê (çîyayên navbera Pasûr û Çewlîgê) dest pê dike. Çemê Gîsê, li nêzîkî Pasûrê li devera Kendalê Hêşîn tev li Çemê Qulpê dibe. Çemê Şekiran, di rojavayê Pasûrê re xwe bera jêr dide û li başûrê Pasûrê tev li Çemê Qulpê dibe.

Ava Sîna li bakurê Mala Badê tev li van her du çeman dibe. Çemê Qulpê, Çemê Talorî û Ava Sîna li vê deverê digîhêjin ser hev, bi navê Çemê Bazmanê ber bi başûr ve diherike û digîhêje ser Çemê Dîcle.

 

 _______________________

[1] b. Tekst 5- Gola Hezarê, Erxenî, Maden, Hezro û Hênê.

[1] b. Tekst 2-Pêçar&Çemê Sarimê&Heftav