Navdarên Kurd: Feqiyê Teyran

K24 - Navenda Nûçeyan

Feqiyê Teyran li gor hin dîrokzanan di 1590'an de hatiyê dinê û di 1632-1660'an de çûya ser dilovaniya xwe. Li ser van dîrokan riwayetên muxtelif hene. Ya rastî ew e ku Feqiyê Teyran di 1590'an de hatiyê dinê û jiyaneke mezin û bi zanist berdewam kiriye.

Di gelek vegotin û nivîsan de behsa wê yekê tê kirin ku Feqiyê Teyran helbestvan bû. Ya rasti ew e ku ew ne tenê şaîr bû, lê di ber re fîlozofekî mezin jî bû. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde kitêbên wî heta îro nehatibin jî, em dizanin ku wî ne yek an ji du, lê hinek pirtûk nivîsandine. Li ser felsefedîrokê, dema xwe de û pêşketinên dema xwe hizre xwe aniye ser ziman.

Feqiyê Teyran li gundê Miksê ji dayîk bûye ko girêdayiyê Colemêrg(Hekarî) ye. Lê Mikis an jî Miks, niha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotiye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" daniye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine. Di diroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destan-nivîs û çîrok nivîskekî mezin e. Kurê mirekî kurd e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs)

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana ji tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvaneki girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miski, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê ji bi kar aniye. Navê wî yê rastîn Mihemed e. Li gorî lêkolînan dibe ku Feqî ji malbateke mîran be. Tirbeya wî hê jî ji navçeya Miksê ya Wanê ye.

 

Berhem

Ey Avê Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxana "El Hewadîs" li Bexdayê hatiye çapkirin.

Şêxê Sen'an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap kiriye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.

Bersîsê 'A'bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.

Qewlê Hespê Reş

Sîseban

Xan Dimdim

Qiseya Bersivayî