Li Wanê 13 nivîkaran pirtûkên xwe îmze kirin

Li Wanê, weşanxaneya Sîtav'ê bi 13 nivîskarên xwe re, roja îmzekirina berheman lidar xist.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Weşanxaneya Sîtav'ê ku zêdetir berhemên Kurdî û berhemên li ser Kurd û Kurdistanê diweşîne, bi nivîskarên xwe yên ji Wanê re, roja îmzeya pirtûkan lidar xist. Nivîskarên Kurd berhemên xwe ji bo xwîneran îmze kirin û bal kişandin ku nivîsandin û berhemdayîna bi Kurdî helwesteke girîng e.

Li Wanê, weşanxaneya Sîtav'ê bi 13 nivîskarên xwe re, roja îmzekirina berheman lidar xist. Xwîner û hezkiriyên Kurdî jî, berhemên Kurdî ku kirîn, bi nivîskarên Kurd dan îmze kirin. Di roja îmzeyê de, hem hêjmara nîvîskaran hem jî ya xwîneran zêde bû.

Rêvebirê Weşanxaneya Sîtavê û nivîskarê Kurd Qahir Bateyî, ji bo Kurdistan24 bal kişand ku nivîsandin û berhemdayîna bi Kurdî helwesteke girîng e û li gel astengî, pêkutî û qedexeyan jî, ji her nivşên nû hêjmara nivîskarên Kurdî zêdetir dibin. Bateyî bi mixabinî da zanîn ku rewşa xwendina Kurdî ew qas di asteke baş de nîn e û pêwistiya projeyên rê xweşkirina xwendina Kurdî bilêv kir.

Qahir Bateyî ji K24ê re got: "Zimanê Kurdî zimanekî bindest e, zimanekî ku tê qedexekirin,zimanekî ku bi salane hatiye kirin e. Tevî vê yekê ku berhem pê hatine dayîn û nivîsandin, girîngiya vê di vir da ye. Hewceye ku her Kurdek bi zimanê xwe binivîse, bi zimanê xwe edebiyata xwe bike û berhem bide. Sedema girîngiya bi Kurdî nivîsandin, sedema yekem zimanê mirov e, sedema din jî zimanekî bindest e, zimanekî tê qedekirin û zilm lê tê kiri ye. Loma jî pêwiste mirov li dij zilmê rabe."

Roja îmzeyê li Kolana Çandî ya Wanê hat lidarxistin û xwîneran jî eleqeyeke baş ji bo berhemên Kurdî nîşan dan.

Nivîskar Îbrahîm Sûngûr jî radigihîne ku jiyan û hilberîna bi Kurdî, ji bo bakûrê Kurdistanê pirsgirêkeke bingehîn e û radigihîne ku ji bê derfetî û bêxwedîtî, Kurdî berbi asta man û nemanê ve diçe.

Nivîskar Îbrahîm Sûngûr dibêje: "Ji ber ku lehiya li ser çand û kelepora Kurdî li Bakûr hatiye, heta makederyayan diçe. Êdî asimilasyon ango pişaftin û xwe pişaftineke mezin li ser zimanê Kurdî heye li Bakur. Ji weşangerî heta nav malan, heta jurên nivistinê de jî derbas buye. Ji ber vê qasê b iman û nemanê re rû bi rû ye, hem zimanê Kurdî, hem jî çanda Kurdî."

Bernameya îmzeya nivîskaran, di çarçoveya pîrozbahiyên 15'ê Gulanê Roja cejna Zimanê Kurdî da hat lidarxistin û nivîskaran balê kişand ku divê hişyarî û hêstewariya ji bo Kurdî her tim zindî bimîne.