Çîroka hafizeya arkeolojîk ya Anatolyê: Kevir Ji Cihê xwe Dilîzin

Bi hevkariya dam û dezgehên medenî ên Tirkiye û Ewropayê belgefîlmekî li ser xebatên arkeolojîk ên serdema neolîtîk hate dirûstkirin. Ji Heskîfê heta Amed, Riha û Kirklareliyê li ser rêya 10 hezar kîlometreyan dîmen hatin tomarkirin. Li vê projeyê 3 milyon Ewro hatiye xerckirin. Bi rêya vê projeyê tê xwestin ku di nava mirovên neolîtîk û yên vê serdemê de pêywendiyek bê danîn.

K24- Stenbol

Bi hevkariya dam û dezgehên medenî ên Tirkiye û Ewropayê belgefîlmekî li ser xebatên arkeolojîk ên serdema neolîtîk hate dirûstkirin. Ji Heskîfê heta Amed, Riha û Kirklareliyê li ser rêya 10 hezar kîlometreyan dîmen hatin tomarkirin. Li vê projeyê 3 milyon Ewro hatiye xerckirin. Bi rêya vê projeyê tê xwestin ku di nava mirovên neolîtîk û yên vê serdemê de pêywendiyek bê danîn.

Li Navenda Çanda Fransayê ya li Stenbolê, lansmana projeya belgefîlmê bi navê; "Kevir Ji cihê Xwe Dilîzin: Anatoluya Pira Neolîtîk ya Ewrûpayê" hate kirin, bi amanca danasîna mîrateya arkeolojîk ya Anatoluyê û zêdekirina pejinkariya hebûnên arkeolojîk ya di nava mirovahiyê de. Derhênerê vê projeyê Enis Rızayê ku ji Heskîfê heta Kirklareliyê hemû xebat û kolanên arkeolojîk ên derbarê lêkolîna niştecihiya yekem ya mirovahiyê û koleksiyonên di mûzexaneyan de tomar kirine, dibêje beriya niha bi 10 salan kesî nizanibû ku dîrokeke neolîtîk ya Anatolyê heye, lê bi vê xebatê rastî derketin holê û herkes pê hisiya.

Enis Rıza, derhênerê Belgefîlm Girê Kortikê, got:"Bi rêya van kolanên arkeolojîk heta niha me tenê 12 hezar saliya rabûrdû zanibû bi saya Girê Xerewreşk yê li Rihayê. Lê niha peyt yanî vedîtinên beriya vê dîrokê jî peyda dibin bi saya van lêkolînên neolotîk. Me heta niha li zêdetirî 20 deverên ku lê kolanên arkeolojîk pêk hatine dîmen tomar kirine. Li Mezepotamyayê, ji Heskîfê heta Rihayê, Amedê û Kirklareliyê heta bi Herêma Egeyê gundên neoltîk peyda bûne. Me ew hemû kişandin û di belgefîlm de bi cih kirin."

Li gorî pisporan di arkeolojiyê de warekî înterdisiplîner pêk hatiye û her diçe hejmara zeolog û botanîkzanan jî zêde dibe. Bi saya teknolojiyê jî DNA'ya van peytên ku di encama kolan de derdikevin holê tên eşkere kirin. Bi saya vê yekê derbarê wan peytan de gelek agahî tên bi dest xistin. Koordînatora Projeyê Sevîl Dogruguven Yalkin jî dibêje; ev xebatên arkeolojîk û neolîtîk ku di belgefîlm de cih digirin raveya hatina me dike ya ji bi dehan hezar salan berê hata roja îro.

Sevîl Dogruguven Yalkin,  koordînatora Projeyê, got:"Di vê serdema dîtbarî ya çandî de me xwest bi vî belge fîlmî, zanyaran, civanan û jinan bînin bal hev û derbarê dîroka xwe ya neolîtîk de hev agahdar bikin. Ev serdem serdema aramiyê ye, aştî û wekheviyêye. Ev projeya me li rastî ragihandina Wezareta Çandê ya Tirkiyê hat sala Girê Xerewreşk. Lê esil gundê yekem yê neolîtîk li Girê Kortikê li Amedê hatibû dîtin. Ya Girê Xerewreşk bi tenê rîtûeleke. em hêvî dikin ku sala bê bibe sala Girê Kortikê ya Amedê."

Di belgefîlm de ji jiyana mirovên yekem heta roja îro û prosesên pêşveçûna wê demê hatine tomarkirin ên encamên lêkolînên arkeolojîk. Di lêkolînan de hatiye dîtin ku di wê demê de wekhevî hebûye û ji bo parastinê jî tû Sûr an jî keleh nehatine çêkirin wek dema paleolitik. Yanî di nava civakên neolîtîk de şerekî organîze pêk nehatiye wek roja îroyîn. Li gorî tespîtên arkeologan civakên neolîtîk car caran ji Mezepotamyayê çandên xwe veguhustine bi rêya koçê ber bi herêma Balkan, Macarîstan, îskandînavya û Îngilistanê. Hetta zanyar dibêjin, belkî di nêzîkte bi dehan Girên wek Xerewreşk û Kortikê jî peyda bibin.