7'mîn pêşangeha pirtûkan a Diyarbekirê didome

7.Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekirê bi eleqeyeke mezin didome. Li gorî daneyên organîzatoran di yekem roja pêşangehê de 24 hezar û 273 kesan serdana pêşangehê kiri ne. Nivîskar û xwîner amaje dikin ku li gorî salên borî eleqeya bo pirtukên Kurdî baş e lê ev yek nayê wê wateyê ku xwendina bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê di asteke baş de ye.

K24- Amed

7.Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekirê bi eleqeyeke mezin didome. Li gorî daneyên organîzatoran di yekem roja pêşangehê de 24 hezar û 273 kesan serdana pêşangehê kiri ne. Nivîskar û xwîner amaje dikin ku li gorî salên borî eleqeya bo pirtukên Kurdî baş e lê ev yek nayê wê wateyê ku xwendina bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê di asteke baş de ye.

7emîn Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekirê ku di 28ê Îlonê de deriyên xwe bo xwîneran vekir didome. Berpirsiyarên pêşangehê didin zanîn ku di yekem roja pêşangehê de 24 hezar û 273 kesan serdana pêşangehê kiri ne û di 2 rojên ewil de hijmara serdêran gihîştiye derdora 50 hezarî. Di pêşangehê de 22 weşanxaneyên ku pirtukên bi Kurdî çap dikin jî beşdar in. Nivîskar amaje dikin ku qasî wan kariye çavdêriyê bikin li Bakurê Kurdistanê eleqeyek bo Kurdî hêdî hêdî derdikeve holê û serdêr pirsa pirtukên bi Kurdî dikin lê ev yek ne di asteke guncav de ye.

Bahoz Baran (nivîskar, zimanzan) got: "Bi rastî gelek Kurd wekî ku nîv însan bin, dibêjin em zimanê xwe nizanin. Tim ew gazinda wan heye. Dixwazin bo fêrbûna Kurdî; hem ji bo xwe, hem ji bo zarokên xwe xebat hebin. Her kesê kut ê vir em rê nîşanî wan didin. Em bi wan re diaxifin û em meze dikin ku ev ên ku dibêjin Kurdiya min tine ye esil Kurdiya wan heye. Wekî ku rêya xwe şaş kiri ne. Ez ji vê şaş mam."

Reşê (helbestvan) got: "Pêwîste ku Kurd hemu beriya her tiştî li ser ziman bisekinin. Bila nemine li ser milên nivîskar û rewşenbîran tenê, pêwîste ku siyasetmedar û ewên doza Kurdî dimeşînin jî li ziman xwedî derbikevin."

Di 7. Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekirê de ji hemu qadên wêjeyê pirtukên bi Kurdî cih digirin û bi teybetî jî ciwanên Kurd dixwazin pirtukên bi Kurdî bistînin û bixwînin. Ciwan dibêjin ji ber ku derfetên wan têr nakin xwendina bi Kurdî din av wan de belav nebu ye lê hewil didin bi zimanê xwe bixwînin.

Yilmaz Tekîn (xwîner) dibêje: "Kurdiya min ne xirap e. Dixwazim Kurdiya xwe pêş bixim. Kurdî boyî me pir girîng e. Bo pêşeroja me û zarokên me girîng in."

Ozlem Varli x(wîner) dibêje: "Ez ji romanan hes dikim lê bi piranî pirtukên derbarê ziman de, derbarê Kurdî de, derbarê dîrokê de dixwînim."

Eylem Suleymanoglû, got: "Ji bo ku çand û hunera Kurdan winda nebe divê Kurd bi Kurdî bixwînin û li zimanê xwe xwedî derbikevin."

Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekirê ku di 28ê Îlonê de dest pê kir dê heta 6ê Cotmehê bidome ku cara yekem e pêşangeha pirtukan dê 9 rojan bidome. Nivîskar û weşanger bang li xwînerên Kurdî dikin ku bi teybetî Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekir bo belavbûna xwendina Kurdî derfeteke baş e bo kesên bixwazin dest bi xwendina Kurdî Kurdî bikin dikare bibe destpêkek sûdmend.