Ehmed Kaya bi dengê xwe ji nû ve derdikeve

Hunermendê navdar ê Kurd Ehmet Kaya piştî mirina xwe bi rêya deng û stranên xwe ji nû ve derdikeve pêşberî guhdarên xwe. Herdu albûmên wî yên pêşî wekî plak ji nû ve hatin weşandin. Albûmên wî yên din jî bi berdewam dê wekî plak werin amadekirin. Hevjîna wî got ku; dema me dît ku guhdarên Ehmed Kaya hê jî bendewarê dengê wî ne me jî bîryareke wiha da.”
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8348ca94-31e4-4020-94a0-8370ab0f0f90/2.ism/manifest

K24 – Stenbol

Hunermendê navdar ê Kurd Ehmet Kaya piştî mirina xwe bi rêya deng û stranên xwe ji nû ve derdikeve pêşberî guhdarên xwe. Herdu albûmên wî yên pêşî wekî plak ji nû ve hatin weşandin. Albûmên wî yên din jî bi berdewam dê wekî plak werin amadekirin. Hevjîna wî got ku; dema me dît ku guhdarên Ehmed Kaya hê jî bendewarê dengê wî ne me jî bîryareke wiha da.”

Hunermendê navdar ê Kurd Ehmet Kaya ku li Tirkiyê bi Mûzîka xwe ya protest û resen tê zanîn beriya 17 salan li xerîbiyê çûbû ser dilovaniya xwe. Kaya piştî mirina xwe bi rêya deng û stranên xwe ji nûve derdikeve pêşberî guhdarên xwe. Albûmên wî yên bi navê “Aglama Bebegim” û “ Acilara Tutunmak” ku di sala 1985an de hatibûn weşandin di drûvê plakê de ji nû ve hatin weşandin.

Hevjîna Ehmed Kaya Gûlten Kaya di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Salên berê em jî hinekî li ser plakan xebitîbûn. Piştre sektora mûzîkê bi awayekî lez û bez derbasî CD’yan bû û plak ji holê rabûn. Lê belê niha ji nû ve li ser plakan eleqe zêde bû. Dema me dît ku guhdarên Ehmed Kaya hê jî bendewarê dengê wî ne me jî bîryareke wiha da.”

Hunermendê navdar di jiyana xwe de nêzî 20-25 albûmên mûzîkê çê kiribû û di serî de jî her du albûmên wî yên pêşî wekî plak hatin çapkirin. Ehmed Kaya bi rêya herdu albûman karibû dengê xwe bigihîne girseyên mezin.

Gûlten Kaya got jî: “Me jî bi awayekî kronolojîk ji herdu albûmên wî yên pêşî despêkir. “Aglama bebegim” û “Acılara tutunmak” albumên wî yê yekemîn bûn. Me amadekariyên plakan li Almanyayê kir. Demeke dirêj em li ser xebitîn. Emê albûmên din jî bi demê re bi rêz dîsa wekî plak amade bikin û bi weşînin.”

Hunermendê Kurd ku li Tirkiyê bi milyonan heyran û guhdarên wî hene, di sala 1999an de di şeveke xelat dayînê de li ser sehnê rave kiribû ku ew dê di albûmekê xwe de straneke kurdî bibêje. Piştî van gotinan ji aliyê hûnermend û aliyên nijadperest ve rastî hêrîşên tund hatibû û neçar mabû ku ji Tirkiyê derbikeve.

Hevjîna wî Gûlten Kaya amaje kir ku Ehmed Kaya îro jî bi heman albûman heqê xwe ji wan kesên ku bûne sedema mirina wî dipirse.

Ehmed Kaya piştî êrîşên nijadperest berev xerîbiyê ve mişextî bûbû û 16ê Mijdara sala 2000an li Fransayê çûbû ser dilovaniya xwe, lê piştî mirinê jî ew hertim di gel guhdarên xwe û di dilê wan de bû. Di vê maweyê de hevjîna wî bi stranên wî yên ku nehatine weşandin 4 albûmên din jî derxist. Û di yek ji wan albûman de xeyala wî anku straneke Kurdî ya ku bi navê Karwan jî hate weşandin. Kaya niha jî bi van albûmên xwe bi kalîte û t’ama plakan dîsa dengê xwe digihîne guhdarên xwe.