Qamişlo: Yekemîn koma orkêstra zarokan hate damezrandin

Yekemîn koma orkêstra zarokan li bajarê Qamişlo hate damezrandin, piştî heyama 9 mehan ji rahênan û amadekariyên mûzisyanan. 32 zarokên ku temenên wan ji 7 ta 16 salan, bi amûrên curbecur tevlî koma orkêstrayê bûne. Li gorî rahênerê orkêstrayê, koma wan ya li ser asta Asya û Afrîqiyayê, piştî welatên Çîn, Jaban û Koriya Başûr ya çaremîn e. Herweha li seranserî Rojhilata Navîn jî di asta yekemîn de ye.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Yekemîn koma orkêstra zarokan li bajarê Qamişlo hate damezrandin, piştî heyama 9 mehan ji rahênan û amadekariyên mûzisyanan.
32 zarokên ku temenên wan ji 7 ta 16 salan, bi amûrên curbecur tevlî koma orkêstrayê bûne. Li gorî rahênerê orkêstrayê, koma wan ya li ser asta Asya û Afrîqiyayê, piştî welatên Çîn, Jaban û Koriya Başûr ya çaremîn e. Herweha li seranserî Rojhilata Navîn jî di asta yekemîn de ye.

Hejmarek ji rewşenbîr, siyasetmedar û xemxwarên mûzîkê beşdarî ragihandina yekemîn orkêstra li Rojavayê Kurdistanê bûn. Piraniya beşdaran damezrandina komeke orkêstrayê ji zarokan di rewşeke xerab û asteng de ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, bi gaveke dîrokî nirxandin.

Mamosteyê koma orkêstrayê Mihemed Salih Îsmaîl dibêje ku, ji heyama 10 salan ve xewna avakirina orkêstrakê li Rojavayê Kurdisanê hatibû afirandin, lê ji ber kêmbûna karînan û tunebûna alav û amûrên mûzîkê hate paşxistin, lê îro bi alîkariya Navenda Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser, xewna wan bi cî hat.

Koma orkêstrayê ji 18 Kemanan, 4 amûra Çêlo, 4 Klarînêt û 4 filût ligel amûra Piyano û hin amûrên din pêk tê.

Şahiya ragihandina orkêstrayê bi çend parçeyên mûzîka cîhanî bi dawî hat.