Li Qoserê yekem dibistana şanoyê hatiye vekirin

Bi hewildêriya ciwanê Qoserî Fatîh Yîgît yekem dibistana Şanoyê ya Bakurê hat damezirandin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Qosera Mêrdînê di warê hunerê de geveke girîng hat avêtin. Bi hewildêriya ciwanê Qoserî Fatîh Yîgît yekem dibistana Şanoyê ya Bakurê hat damezirandin. Damezirênerên dibistana şanoyê dibêjin çanda Kurdan gelek guncav e bo şanoyê û di heman demê de armanca wan ew e ku rêzefîlmên li herêmê tên kêşan jiyana herêmê bi awayeke rasteqîne binirxînin.

Li Bakurê Kurdistanê bo hemû beşên hunerê potansiyelek xurt û guncav heye, lê ji ber derfetan gelek beşên hunerê de valahî hene. Yek ji van beşan hêdî hêdî tê tijekirin ku ew beş jî şano ye. Li Qoser a Mêrdînê  cara yekem Dibistana Şanoyê hatiye vekirin ku  di dibistanê de bo hemu mijarên şanoyê perwerde tê dayîn. Damezirênerê Dibistana Şanoyê Fatîh Yîgît dibêje wî li Enqereyê karê produksiyanê dikir û ji ber ku gilî lê hatiye kirin ku çim ali bajarê xwe kare xwe nadomîne, wî jî biryar daye derbasî bajarê xwe bibe.

Damezirênerê Dibistanê Fatîh Yîgît ji K24ê re got: "Me ev der çêkir em gelek keyfxweş in. Pirsgirêkên me hene, ji gelek cihan rêya me tê girtin jî. Em her dişên rêya xwe vekin. Peyvek me heye pirr xweş e. Ger em bibin yek em ê rabin yek bi yel, ger me nebin yek namine tiştek."

Di dibistanê de berî her tiştî xwendekar pêşiyê xwe dinasin, laşe xwe dinasin, dibînin ku herî gelek di kîjan qadê de serkeftî ne li gorî wê yeke xwe pêş dixin. Mamosteyên dibistanê dibêjin xwendekar gelek jêhatî ne dikarin di demeke kin de fêrî lîstikvaniyê bibin.

Lîstikvan û Mamosteyê Şanoyê Osman Xunav dibêje: "Di nav dibistana me de hemû cureyên şanoyê hene. Deng heye, bêhn heye, lîstikvanî heye, lîstikvaniya pêşiya kamerayê heye. Hêstek gelek baş e herêma ku em ji dayîkbûne ciwanê wan, zarokên wan, jinê wan , mêrê wan, eleqeyeke mezin heye lê nedizanîbûn vê eleqeyê çawa têxin çarçoveyekê."

Xwendekarên dibistana şanoyê eleqeyeke mezin bo perwerdeya şanoyê nîşan didin ku heta niha 50 xwendekaran derî li dibistanê dane. Xwendekarên şanoyê dibêjin ew gelek keyfxweşin ku tiştên bi salane dile wan de bu bikaribin bi bidin der.

Yek ji armancên dibistana şanoyê jî ew e ku bi salan e li bajarên wek Mêrdîn, Riha û Diyarbekirê rêzefîlmên navdar û sertkeftî tên kêşan lê di wan rêzefîlman de wek mînak kesên îxtîyar wek avê bi tirkî diaxifin, lê ev yek ji rastiyê dûr e ku ew dixwazin di wan rêzefîlman de cih bigirin û rastiyê bidin nîşan û çanda van bajaran jî bi awayeke rasteqîne bidin nîşan.