Dilewerê Zengî “Xeleta Meşel Temo” ya 2017 û 2018an wergirt

Xelata Azadiyê ya Mişel Temo ya sala 2017 û 2018 ji bo nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî hate dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xelata Azadiyê ya Mişel Temo ya sala 2017 û 2018 ji bo nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî hate dayîn.

Ji sala 2013an ve xelatek bi navê pakrewan Mişel Temo tê belav kirin û xelata sala 2017-2018 diyarî nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî hate kirin.

Xelat ku aliyê Malbata Xelata Xatîra Azadiyê, Komela Celadet Bedirxan û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê tê pêşkêşkirin. Li gorî şert û mercên xelata navbûrî jî, ev xelat salane diyarî ji bo kesayetekî xwedî bandor û mejiyê azad tê kirin.

Yekemîn xelata Mişel Temo di sala 2013an de ji bo Seroka Nivîsîgeha Têkilyên Giştî ya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê Narîn Metînî ve hate dayîn.

Sala 2014an hunermendê Kurd Bengîn Efrînî, sala 2015an siyasetmedarê Kurd Hesen Salih, sala 2016an jî helbestvanê Kurd Mihemed Bîjo xelata Mişel Temo wergirtibûn.

 

S. B