Guneştekîn êş û azara Kurdan di pêşangehekê de pêşan dide

Hunermendê navdar ê Kurd Ahmed Guneştekîn pêşangeha xwe îsal li Stenbolê bi navê "Jûra Bîr" vekir.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Hunermendê navdar ê Kurd Ahmed Guneştekîn ku li Ewropa û li gelek welatan pêşangehên mezin ên hunerî vekirine pêşangeha xwe ya dawî a îsal li Stenbolê bi navê "Jûra Bîr" vekir. Di pêşangehê de bi xebatên ciyawaz ên hunerî komkujiya Robozik, kuştina Kurdan û neheqiyên li ser pêkhateyên din tên nîşandan da ku ev bûyerên dilêş neyên jibîrkirin.

Qedexeyên li ser herf û zimanê Kurdî ku pê nivîsandin û axaftin wek sizayek bi ser vê dîmenekê re tê nîşandan, komkujiya Robozik, neheqiyên li ser Kurdan û kuştinên pêkhateyên din ku ev bûyerên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rû dane bi xebatên hunerî ji hêla hunermendê navdar ê Ahmed Guneştekînê Êlihî ve hat nîşandan.

Hunermendê Kurd ku li Ewropa û li gelek welatên din jî pêşangehên şexsî vekirine di vêpêşangeha xwe ya mezin de ku li Stenbolê bi navê "Jûra Bîr" amade kir bi hunerên xwe balê dikêşîne bûyerên dilsoj ên salên berê qewimîne da ku di hişê mirov û civatê de tim cîh bigire.

Guneştekîn diyar kir bi xebatên xwe yên hunerî, bûyerên kûr ên li Tirkiyê û li bajarên Kurdan pêk hatine radixe ber çavan.

Hunermend Ahmed Guneştekîn ji K24ê re got: “Di pêşangehê de peyker, seramîk, wêne, vîdeo û enselasyonên ku nîşaneya serdemekê ne cîh digirin. Xebatên enselasyon û yên video girîng in ku ev li ser înkara zimanê Kurdî û der barê Kurdên di salên 1990an de hatine kuştine de ne. Du xebatên hunerî ku ji pêlavan û tabûtan hatine hazirkirin bo Robozik taybet hatine amadekirin. Ez wek mirinên reş pênase dikim ku însanên me hatine qetilkirin. Ne tenê însanên me li gel vê gelek însan ji ber fîkr û ramanên xwe hatin kuştin û min xwest ew neyên jibîrkirin û di hişê civatê de zindî bihêlim.”

Gelek siyasetmedar, nivîskar û hunermendên navdar jî beşdarî pêşangeha Guneştekîn bûn. Mehmet Nurî Ersoy ê Wezîrê Geşt û Guzarî û Kultirî yê Tirkiyê pesnê xebatên hunermendê Kurd da û got Guneştekîn ne tenê li Tirkiyê li cîhanê jî gelek pêşangehên serkeftî vekirine.

Wezîrê Geşt û Guzarî û Kultirî yê Tirkiyê Mehmet Nurî Ersoy di pêşangehê de ji rojnamevanan re axivî û got: “Em pê serbilind in, ji bo amadekirina pêşangeheke wiha ya serkeftî ez Ahmed Guneştekîn pîroz dikim. Çand û huner ji bo pêşketina geştûguzariya bajarekî jî gelek girîng e. Wezareta me ji bo karîgeriya kultir û hunerê ya li ser aboriyê jî rojên bê xebatekê wê bide destpêkirin.”

Pêşangeha ku li ser cîhekî 4 hezar metre çargoşe hatiye sazkirin heta 26 Çile ya meha yekem a sala 2020an bo serdanan dê vekirî be.