Li Qamişlo 6 xwendekaran tabloyên xwe di pêşangehekê de nîşan dan

Bi beşdarbûna 6 şagirtên derçûyî, yekemîn pêşangeha hunera Kolac li Qamişlo lidar ket.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi beşdarbûna 6 şagirtên derçûyî, yekemîn pêşangeha hunera Kolac li Qamişlo lidar ket û tê de 24 tablo hatin pêşkêş kirin. Pisporên hunera şêwekariyê bi giringî vê pêşangehê dinerxînin û dibînin hebûna zêdî cûreyeke hunerî zengîniyê dixe raman û çandê bi giştî de.

Li bajarê Qamişlo yekemîn pêşangeha taybet bi hunera şêwekarî ya Kolac hate lidarxistin, têde 6 hunermend beşdar bûn, hunera kolac yek ji cûreyên nû ye li deverê ku berî nuha çalakiyên taybet pê çê nebûne, hunermenên beşdar mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û Qurbaniyên şer di tabloyên xwe de nexşandin, ku hunera kolac li gorî wan derfetê bêhtir dide dahênana hunermend ku ramanên xwe bi zelalî binexşînin.

Pirojeya kolac ji aliyê ekadimiya Yekta Herekol ve hate birêve birin, ku di encama wê de 6 şagirt jê derçûn, û weku xelata derçûnê pêşingehek ji wanre hate lidar xistin. Hin pisporên di pêşangehê de beşdar dibînin, hunera kolac tevî giringiya wê lê di deverê de nehatiye belav kirin, û hunermendên vê cûreyê bi kar tînin jî gelekî kêmin, tevî wê jî asta berhemên şagirtên derçûyî nîşaneke hêviyê dide belavbûna vê hunerê.

Di çend salên dawî de guhdana bi hunera şêwekariyê di Rojavayê Kurdistanê de zêde bûye, di gel zêdebûna şêwekaran jî cûreyên nû têne bi kar anîn, lê li gorî hin pisporan tunebûna peymangehên taybet û rexnedayîna akadîmî asta hunerî jî sînordar dimîne.