Li Stenbolê xwendekar xwe fêrî Zimanê Kurdî dikin

Li Stenbolê ji aliyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ve bi 2 zaravayên Kurdî dayîna dersên Kurdî destpêkir. Ev dersên ku bi zaravayên Kurmancî û Zazakî têne dayîn dê 3 heyvan berdewam bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê ji aliyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ve bi 2 zaravayên Kurdî dayîna dersên Kurdî destpêkir. Ev dersên ku bi zaravayên Kurmancî û Zazakî têne dayîn dê 3 heyvan berdewam bike. Li gor daneyên vê komeleyê piraniya wan kesên beşdarî van kursan dibin ji gencan pêk tê ji %75 ê wan jî derçûyên zanîngehan e. Rêveberên komeleyê radgihînin ku piştî bidawî hatina proseya aştiyê êdî kêmtir kes xwe fêrî Kurdî dikin, lê li hember van hemî zehmetiyan ew hewl didin zêdetir kesan fêrî Kurdî bikin.

Komeleya lêkolînên Kurdî li stenbolê dest bi dayîna dersên Kurdî kir. Di van qursan de bi zaravayên Kurmancî û Zazakî ders dê bêne dayîn û her qurs dê 3 mehan berdewam bike. Bi destpê kirina van qursan jî gelek Kurd û neteweyên dî yên ku dixwazin xwe fêrî Kurdî bikin serî li komeleyê didin. Li gor rêveber û mamosteyên komeleyê beriya çend salekê nêzîkî 500 xwendekarên wan hebûn lê piştî bidawî hatina proseya aştiyê êdî gelek kêm kes berê xwe didin Kurdî lewma niha tenê 150 xwendekarên wan hene.

Yek ji mamosteyê Kurdî Mistefa Heco dibêje li gel xemsariya Kurdan li ser zimanê Kurdî ew bi rêya vê komeleyê hewl didin Kurdî fêrî zêdetir kesan bikin. Lê kesên ku derfetê wan nehebe bên van qursan jî dikarin bi rêya dersên li ser înternetê xwe fêrî Kurdî bikin.

Mamosteyê Kurdî Mistefa Heco ji K24ê re wiha axivî: ''Kurd mixabin xwe ferî zimanê xwe nakin, ji ber wê hinek pirsgirêkên me hene ez dikarim wisa bêjim. Lê em li vê derê di bin banê Komeleya Lêkolînên Kurdî de çiqes ji destê me bê û çiqes derfet hebe em li vê derê dersên Kurmancî didin. Ev pola min pola asta yekem e. Xwendekarên me piranî yan Tirk in yan jî Kurdên ku zimanê xwe nizaninin. Em li vê derê hêdî hêdî wan ferî Kurmancî dikin.”

Li gor daneyên komeleyê piraniya kesên ku beşdarî van qursan dibin ji gencan pêk tê û ji %75ê wan kesên beşdarî van qursan dibin derçûyên zanîngehan e. Yek ji xwendekara vê qursê Ronahî Akut dibêje ji ber ku di mala me de Kurdî nedihat axaftin ez Kurdî nizanim lê bi rêya van qursan derfet çêbûye ez xwe fêrî zimanê xwe bikim.

Xwendekar Ronahî Akut dibêje: ''Zimanê min yê dayikê Kurdî ye. Lê mixabin ez nizanim Kurdî. Ev jî ji bo min kêmasiyeke mezin e. Lewma niha ez hewl didim xwe fêrî zimanê xwe bikim. Bi rêya van kursan jî derfetek gelek baş hatiye pêşiya min. Niha ez dersên asta destpêkê dibînim. Lê hêvîdar im piştî çend heyvekê Kurdiya min dê baş bibe.''

Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo wan kesên ku dixwazin xwe fêrî Kurdî bikin di her demsaleka xwendinê de qursên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî dide û her qurs 3 heyvan berdewam dike.