Asta kirîna pirtûkan li pêşangeha Qamişlo kêm e

Tevî di çapa îsal ya pêşangeha pirtûkan de hejmareke mezin ji weşanxaneyan beşdar in, lê asta kirîn û firotina pirtûkan kêm e.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Tevî di çapa îsal ya pêşangeha pirtûkan de hejmareke mezin ji weşanxane û pirtûkxaneyan beşdar in, lê asta kirîn û firotina pirtûkan kêm e. Hin beşdar dibînin ku nirxê çapkirina û anîna wan ji derveyî Rojavayê Kurdistanê yek ji sedeman e. Endamên Komîta Amadekar jî dibêjin ewê daşkandinan raghînin da kirîn zêde bibe.

Li bajarê Qamişlo 3emîn pêşengeha pirtûkan di çalakiyên xwe de berdewam e, ku ji gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê serdana wê dikin, nemaze bûye derfeteke nû ji bidestxistina pirtûkan re. Lê berûvajî her du salên bûrî beşdarbûn û kirîna pirtûkan ne di asteke guncaw de ye, û ne li gorî hêviyên weşanxane û pirtûkfiroşên beşdare. Tevî di pêşangehê de bêhtir ji 800 hezar navnîşanên pirtûkan hene, lê li gorî hin beşdaran nirxê wan buha ye û ev yek ji sedemên kêmbûna kirîn û firotinê ye, ji bilî ku hejmara weşanxaneyan jî îsal gelek e û ev yek bandorê li tevgera kirînê dike.

Di çapa îsal de ji her salî bêhtir beşdariya weşanxane û pirtûkxaneyan zêdetir e, ku hejmara wan gihiştiye nêzî nêzî 33 weşanxane û pirtûkxaneyî, ev yek jî hejmara pirtûkan zêdî pêdiviyên xelkên beşdar dike. Berpirsên Komîta Amadekar didin zanîn jî ku ku rewşa pêşangehê dişopînin û ji bo kêmkirina nirxê pirtûkan pilanek amadekirine da ku rêjeyeke mezin ji xwêneran bi nirxên guncaw pirtûkan bidest bixin.

Ji ber piraniya pirtûkan ji dervî Rojavayê Kurdistanê têne çapkirin û bilindbûna baceyên derbaskirina wan pirtûk, bi nirxên buha têne firotin, ev yek jî bandoreke rasterast li asta beşdarbûna xwêneran ji bo pêşangehê dike, di demekê de ku derfetên çapkirin û derbaskirina pirtûkan ji bo Rojavayê Kurdistanê di salên dawiyê de zêde bûne.