Du xortên Rojava bi Kurdî di şanoyeke Almanî de distirin

Du xortên Rojavayê Kurdistanê ligel grûpeke şanoyê ya Almanî pişikdariyê şanoyekê li Şanogeha Kelha Celle ya Almanî dibin û bi stranên Kurdî distrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du xortên Rojavayê Kurdistanê ligel grûpeke şanoyê ya Almanî pişikdariyê şanoyekê li Şanogeha Kelha Celle ya Almanî dibin û bi stranên Kurdî distrin.

Mûzîkjenê Kurd Ednan Horo ku ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, ligel hevjîna xwe stranbêj Hêvî, bi grûpeke şanogerên Almanyayê pişikdariyê di şanoyekê li Şanogeha Kelha Celle ya Hannovera Almanyayê “Flichtpunkt Celle”,  bi du stranên Kurdî dibin.

Ednan Horo derbarê beşdarbûna wan di wê şanoyê de, ji K24ê ragihand ku, ew bi du staranan beşdarî şanoya “Xala şerpezebûnê” bûn, ku ramana sereke ya şanoyê bi gelemperî li ser şoreşên li Rojhilata Navîn û bi taybetî îşkence û penaberbûna gelê Sûrî û Kurd e.

Horo amaje bi wê yekê kir ku, şanoyê bal kişande ser êrîşa DAIŞê li ser bajarê Kobanê û penaberbûna gelê Kurd û çêroka hatina wan penaberan berve Almanyayê. Horo got jî, ku şanoyê 18 Adarê dest pê kir, dê mehekê jî were pêşkêşkirin.

Horo û hevjîna wî Hêvî û bi navê Mîtra tê naskirin, ji bêhtir ji deh salan ve, çalakiyên mûzîk, stran û şanoyê  li Heleb û Efrînê birêve dibirin, ji salekê de li Almanyayê penaber in, lê penabertî nebû rêgir li pêş çalakiyên wan.