Nûrî Şêxo fîlmê “Alo Azadî” li Stenbolê pêşkêş kir

Lîstikvanê Kurd ê sînemayê Nûrî Şexo yê Efrînî yê ku beriya 4 salan ji ber şerê navxweyî yê Sûrî berev Tirkiyê ve penaber bûyî, kurte filmeke nû çêkir.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Lîstikvanê Kurd ê sînemayê Nûrî Şexo yê Efrînî yê ku beriya 4 salan ji ber şerê navxweyî yê Sûrî berev Tirkiyê ve penaber bûyî, kurte filmeke nû çêkir. Filmê ku Nûrî Şêxo wekî derhêner, senarîst û lîstikvan tê de cî girtî li ser temaya azadiyê hatiye avakirin.

Nûrî Şêxo yê Efrînî beriya 4 salan ji ber şerê navxweyî ji Sûrî berev Tirkiyê ve penaber dibe û li Stenbolê dest bi lîstikvanî û derhêneriya sînemayê dike. Şêxoyê ku di serî de bi lîstikvaniyê dest bi sînemayê kirî û di gelek filman de cî girtî piştî demekê kurte filmeke bi 18 deqîqeyî yê bi navê "Elo Azadî" amade dike.

Şêxo amaje dike; wan filmê xwe yê di bin şert û mercên gelekî zehmet de çêkirine û ji ber bê derfetiyê neçar mane ku di jêr zemîna avahiyekê de bidin nîşandan. Herwiha Şêxo dibêje bo ku bên çêkirin hê 2 filmên wî di rêzêde ne û ew dixwaze bi filmên xwe Kurdan berev azadî û serxwebûnê ve han bide.

Derhêner û Senarîst Nûrî Şêxo derbarê fîlmê xwe de wiha ji K24ê re axivî: "Ji dema ku şoreşa Surî destpêkirî heta niha herkes li ser azadî diaxive lê bi ya min gelek kes nizanin wateya azadiyê çi ye. Merema me jî ew e ku em di vî filmî de rastiya azadiyê derbixin holê. Hingî em xeberan seyr dikin her roj dibêjin ji bo azadî tiştek çêdibe. Ev fikre hat min nivîskar jî ez im derhêner jî ez im. Me gelek zor û zehmetî jî kişandine hetanî me film kişand."

Filmê ku yekem car bo bîneran hate nîşandan bi beşdariya gelek penaberên ku ji Surî hatine hat temaşekirin. Lîstikvanên ku di filmî de lîstine jî amaje dikin ku; wan bo çêkirina vî filmî ji kesî harîkarî wernegirtine û bo ku filmeke baş derxin holê wan gelekî zehmetî kişandine.

Lîstikvan Mihemed Şêxo jî got: "Bi rastî alîkariya me tune bû. Kamerayên me jî tu ne bûn. Lê hêdî hêdî înşalla em ê pêşkevin. Em ê serê xwe rakin înşalla."

Lîstikvan Derbirîn dibêje: "Şoreşa me ya Kurda di Surî de me dixwast em pêşkêş bikira lê me nekarî em bi hêsanî xwe îfade bikin. Me serbest nekarî li Surî em sûretan bigrin. Herî dawî me izna wê girt. Yavaş yavaş me riya xwe dûz kir. Me karî fikra xwe bigehînin millet."

Filmê ku ji aliyê bîneran ve jî rastî eleqeyeke mezin hatî dê bo gelek festîvalan jî were şandin.