Şêwekar Inayet Etar xelata “Omer Hemdî” wergirt

Komîta Xelata Hunerê ya Şêwekarê Kurd ê cîhanî Omer Hemdî “Malva” xelata xwe ya îsal pêşkêşî şêwekarên Kurd ê Efrînê Inayet Etar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Xelata Hunerê ya Şêwekarê Kurd ê cîhanî Omer Hemdî “Malva” xelata xwe ya îsal pêşkêşî şêwekarên Kurd ê Efrînê Inayet Etar kir.

Komîta Xelata Hunerê ya Şêwekarê Kurd Omer Hemdî “Malva” ya ser bi Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd, ji ber ked û rola wî ya di warê hunera şêwekariyê de, xelata îsal pêşkêşî şêwekar Inayet Etar kir.

Şêwekarê Inayet Etar
Şêwekarê Inayet Etar

Şêwekar Inayet Etar:

Inayet Etar ji gundê Birîmce yê Efrînê ye û jidayikbûna sala 1948an e û zêdetir ji 40 salî ve di warê hunera şêwekariyê de dike û di gelek pêşangehan li ser asta Sûriye û Ewropayê de beşdarî kiriye.

Inayet Etar berî kêmî mehekê di hevdîtineke ligel K24ê de gotibû: “Di salên heftî ên sedsala bûrî du salan kolîja Hunerê xwend û di pişt re demekê li Libnanê mam û paşê vegeriyam Sûriyê û demekê li bajarê Reqayê bûm mamosteyê hunerê û warên dîkor û reklamê de kar kir, lê ez ji hunera şêwekariyê bi dûr neketim”

Herwiha li ser tevgera şêwekariya Kurdî Inayet Etar got: Tevgera şêwekariya Kurdî ji aliyê hişmendî, avakirin û bedewiyê ve niha bi ya cîhanê re dimeşe, di baweriya min de sedemên wê yekê jî ew e, li welatên Kurd lê dijîn qedexekirin li ser Kurd tê meşandin, rê li pêş Kurd tê girtin ku di dezgehên fermî û cihên girîng de kar bikin, dibe ku vê yekê hîşt Kurd bi awayên din xwe nîşan bidin û derbirînê bikin.”

Şêwekarê Kurd Omer Hemdî (Malva)
Şêwekarê Kurd Omer Hemdî (Malva)

Şêwekarê Kurd ê cîhanî Omer Hemî (Malva) (1951 – 2015):

Malva li gundê Til Nayif ya bi ser Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ve di sala 1951an de ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe de dest bi hunerê kir, pişt re jî hunera şêwekariyê xwend, pişt re jî bi kar û tabloyên xwe wek girîngtirîn şêwekarên cîhanî dihat naskirin.

Malva di sala 1970î de li Sûriyê bû mamostê hunerê, ji 1971 heya 1978 wek wênesaz û grafîkerekî di rojname û Rêveberiya Pirtûkên Dibistanan de. Malva ji 1978 berê xwe da welatê Nimsayê, heya dawiya xwe jî li wir ma. 

Malva bi huner û tabloyên xwe wek şêwekarekî cîhanî tê naskirin, ku bi dehan pêşangehên şêwekariyê li gelek welatên Keneda, Sûriyê, Nimsa, Fransa, Almanya, Spania, Îtaya, Hingarya, Amerîka. Gelek xelatên girîng li ser kar û tabloyên xwe wergirtibûn.

Malva ji bilî wênasazî û şêwekariyê, hejmarek ji pirtûk wî di warê rexnegiriya hunerî de hene, herwiha hejmarek ji karên wî yên şêwekariyê  jî hatine çapkirin, tevî hin hewlên wî di helbestê de jî.

Malva endamê Yekîtiya Giştî ya hunermendê Nimsawî û UNISCO ye, endamê Konstiler House li Veinna, serokê komîta dadweriya Hunerî di Galerî Art Formê ya Hunera Navdewletî li Veinnayê ye.

Kar û tabloyên Malva li gelek Pêşangeh, Hol, Mûzexane, Bank, Wezaretên Çandî yên gelek welatên Ewropa, Amerîka û Asyayê hene.  

Şêwekarê Kurd ê cîhanî Omer Hemdî (Malva) 17. 10. 2015an li Nemsayê ji ber nexweşiyê koça xwe ya dawiyê kiribû.

     

S. B