Di sînemaya Tirkan de rol û nûnertiya Kurdan

Nasnameya Kurd ji aliyê rejîma Kemalîst ve tim wek gef hatiye dîtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Kurdên Bakurê Kurdistanê di gelek fîlmên kevn ên Tirkan de gelek caran hatine behskirin, lê belê di wan fîlman de temsîliyeta Kurd ku di nav kesayeta Tirk de wek veşartî tê nîşandan, tim hatiye nîqaşkirin. Lêkolînerekî ku derbarê vê de bi pirtûkek xebatên berfireh kirine amaje dike, nasnameya Kurd ji aliyê rejîma Kemalîst ve tim wek gef hatiye dîtin. Li gel xebatên siyasî di ser xebatên kultirî re jî hewl hatine dayîn, ku Kurd ji kultura xwe bên dûrxistin, lê belê bi zêdebûna karên kulturî yên Kurdan, ev armanc hat şikandin.

Rol û nûnertiya Kurdan di sînemaya Tirkan de di nav nivîskar û sînemagerên Kurd de gelek caran tê nîqaşkirin û li ser vê gelek gotar û lêkolîn hatine belavkirin.

Rexneya herî mezin jî ew e, ku di gelek fîlman de kesayeta Kurd di nav kesayeta Tirk de tê helandin minîmîzekirin û bi vî awayî îdeolojiya serdest a dewletê jî bi rêya sektora fîlmê li Kurdan tê ferzkirin.

Sebahattîn Şen ê lêkolîner der barê mijarê de bi navê Xeyaleta li Keştiyê Di Sînemaya Tirkan de Damezrandina Tirkayetî û Kurdeyatî pirtûkek nivisiye û balê dikêşîne ser rol û temsîliyeta Kurdan a di fîlmên Tirkan ên 60 salên dawîn de derbas dibin.

Nivîskar Sebahattîn Şen ji K24ê re got: “Temsîliyeta Kurdan di hin fîlman de wek temsîliyeta Tirkan tên nîşandan. Yanê nasnameya Tirkeyatî bi rêya fîlman li Kurdan tên ferzkirin. Bi taybetî di salên 1960an de ku karîgeriya îdeolojiya Kemalîst zêde ye polîtîkaya hikûmetan di ser fîlman re jî tên belavkirin. Wê çaxê nîqaşên avakirina sînemeyake netewî jî di nav Tirkan de dihat kirin.”

Li gor lêkolîneran di gelek fîlmên kevn de nasname û kesayeta Kurdan wek paşverû hatine nîşandan da ku Kurd ji kultira xwe bê dûrxistin.

Lêkolîner Fethullah Ozmen dibêje: “Bi rêya fîlmên ku bi mebesta serdestiya îdeolojiya kolonyalîst hatine kişandin Tirk heneka xwe bi çand û zimanê Kurdî kirin û bandora wê ya psîkolojik li ser Kurdan zêde bû. Lê belê piştî salên 1990an ku siyaseta Kurd pêş dikeve Kurd bêhtir xwe di warê sînema û edebiyatê de xwe nîşan didin û rastiya xwe jî bi rêya fîlmên xwe nîşan didin.”

Bi nêrîna lêkolîneran piştî salên 1990an kar û xebatên kultirî yên Kurdan zêde dibe û gelek fîlm bi destê Kurdan tên kişandin, karîgeriya fîlmên bi mebesta serdestiya îdeolojiya rejîma kolonyalîst hatine amadekirin têk diçe.