Dengbêj bandorên neyînî ji rakêşiyên siyasî dibînin

Rakêşiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê bandorên neyînî li ser çand û hunera Kurdî kirine.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di 4 – 5 salên dawî da, rakêşiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê bandorên neyînî li ser çand û hunera Kurdî kirine. Dengbêj radigihînin ku bi dest guhêrîna rêvebiryên şaredariyan ra, saziyên wan jî her carê tê xwestin bi aliyekî ve bên kişandin û ev jî bandorên neyînî li ser wan dike.

Berdewamiya aloziyan û bi hilbijartin û qayiman dest guhartina rêvebiriyan şaredariyan li bakûrê Kurdistanê, dibe sedem ku wek gelek saziyên çandî û hunerî yên Kurdî, bên girtin yan jî bi pirsgirêkan ra rûbirû bimînin. Mala Dengbêjan ya Diyarbekirê jî ku ciyekî girîng e, ji bo çand û zimanê Kurdî jî bandor jê dibîne.

Dengbêjê navdar ku bi dehan albumên wî yên dengbêjî hene û gelek sitranên ku bixwe li ser xem û şahiyan çêkiriye, Îbrahîmê Pîrikî ragihîne ku her aliyekî siyasî, dixwazên saziyên wan li gor berjewendiyên xwe bikarbînin û ev jî bi xwe astengiyeke li pêşiya pêşketina çanda Kurdî peyda dike. Pîrikî, da zanîn ku ev 3 sal e, ew ji ber wan sedeman naçe mala dengbêjan û divê dengbêjî û huner ji bo dengbêj û hunermendan bê hiştin.

Dengbêj Îbrahîmê Pîrikî ji K24ê re got: "Heger ku îro Mala Dengbêjan heye, divê mala dengbêjan girêdayî dengbêjan be û dengbêj xwediyê wê malê bin. Divê tu saziyekî din û aliykîn destwerdan li mala dengbêjan neke."

Dengbêj balê dikşînin ku çanda dengbêjî jî her diçe bi paş dikeve û xort û ciwan çiqas ji dengbêjî hez bikin jî, ji ber duhatiyeke aborî tê da nîn e, pêra bilî nabin.

Elîcanê Pasûrî jî tîne ziman ku ew li gel hemû pirsgirêk û zehmetiyan hewla domandina çanda dengbêjî didin, lê paşketina vê çandê jî ji bo wan dilêşî peyda dike.

Dengbêj Elîcanê Pasûrê dibêje: "Niha çanda Kurdî û rûmeta dengbêjiyê her ku diçe kêm dibe. Ji ber zêdebuyîna şêwazên muzîkên cuda û bi ensturmanên mûzîkê tevliheviyekî peyda kiriye. Wek mînaq em yên ku li mala dengbêjan e, em mey, bilûr û ensturmanên muzîkê bikarnaynin. Em wek kevneşopiya vê çandê destên xwe didin ber guhên xwe distirên."

Dengbêj û hunermendên Kurd, balê dikşînin ku divê saziyên çandî û hunerî ji aliyê hunermend û dengbêjan ve bên birêvebirin û aliyên siyasî û saziyên ji dervayî wan jî destwerdanan nekin. Dîsa tînin ziman ku piştgirî dayîna çand û hunerê girîng e, lê heger ku tenê ji bo bipêşxistina çand û hunerê be.