Şivan Perwer mizgîniya berhemên nû dide

Şivan Perwer li Kopinhagin a Danîmarkê bi hezkiriyên xwe re hat ba hev û konserteke şox û şeng û rengîn encam da . Perwer pêş konsertê, xem û hêviyên xwe yên li ser pirs û doza kurdî, taybet ji Kurdistan24ê re anî ziman û banga yekrêziya nav mala kurdî kir. Şivan herwiha mizgînaya berhemên xwe yên nû jî da hezkiriyên xwe.

K24- Kopinhagin

Şivan Perwer li Kopinhagina Danîmarkê bi hezkiriyên xwe re hat ba hev û konserteke şox û şeng û rengîn encam da. Perwer pêş konsertê, xem û hêviyên xwe yên li ser pirs û doza kurdî, taybet ji Kurdistan24ê re anî ziman û banga yekrêziya nav mala kurdî kir. Şivan herwiha mizgînaya berhemên xwe yên nû jî da hezkiriyên xwe.

Wekî ku di stranên xwe de jî gelek caran aniye ziman xem û hêviyên wî giran in û van hêstan pêş konserta xwe ya li Kophenagê taybet ji Kurdistan 24ê re jî parve dike û balê dikşîne ser xebat û amedekariyên xwe yên dawî yên hunerî. Perwer, mizginî dide hezkarên hûnera kurdî û dibêje wî di salên dawî de li ser dîrok û çanda Kurdistanê tije berhem afirandiye û demek nêzik de tomar dike.

Yek ji wan taybetmendiyên navdar ên konserên Şivanî axaftinên wî yên siyasî ne. Ew gelek caran di navbera stranan de ji mûzikê dûr dikeve û bi şîret, rexne û hêviyên xwe behsa pirs û doza kurdî dike. Sedema vê jî xemên wî yên giran ên netewî ne û dixwaze xelkê wî di zûtirîn dem de bigihije rizgariya xwe. Ji bo vê jî hêviya herî mezin başûrê Kurdistan e û banga yekrêziya nav mala kurdî dike.

Li gor Şivanî pîvanên sereke yên rizgariya kurdan yekrêzî, netewekarî û afiradina hişmendiya hilberînê ye. Çand û hûner jî di vê hişmendiya hilberînê de cihek ciddî digre û ew amadeye her di xizmeta xelkê xwe de be.