Hunermend Selah Osê: Hunermend piştguhkirî ne

Hunermendê Kurd Selah Osê ku di heyama 37 salan de berhemên wî gihiştine 7 kasêt û yek CD, li bajarê Qamişlo dest bi çêkirina alavên mûzîkê dike û di xewnên wî de avakirina girûpeke mûzîkê heye, ku tevaya stranên wî bi şêweyekî nûjen bêne tomarkirin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo
Hunermendê Kurd Selah Osê ku di heyama 37 salan de berhemên wî gihiştine 7 kasêt û yek CD, li bajarê Qamişlo dest bi çêkirina alavên mûzîkê dike û di xewnên wî de avakirina girûpeke mûzîkê heye, ku tevaya stranên wî bi şêweyekî nûjen bêne tomarkirin.

Selah Osê hunermendê Kurd yê navdar, kurê gundê Tilşiîrê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê ye, temenekî dirêj di hunera Kurdî de bihurand, îro jî li bajarê Qamişlo cih digre.

Ji ber zehmetiyên jiyanê û tunebûna dawet û şahiyan, dest bi çêkirina alavên mûzîkê dike.

Di sala 1979an de Selah Osê dest bi hunerê kir û ji heyama nêzîkî 20 salan ve bi hejmarek ji komên folklorî re karê hunerê kiriye.

Hunermend Selah Osê dibêje ku, gelek projeyên hunerî di nav destê wî de hene. lê ji ber hin pirsgirêkên aborî, ne hatine cîbicî kirin. 

Ji aliyekî din ve, rexneyan li sazî û dezgehên çandî û hunerî herweha yên têkildar dike, ku ti guhdan li hunermendan nayê kirin.