Xwendekarên Kurd fîlmên Kurdî didin nasîn

Li Stenbolê grupeka xwendekarên Kurd ji bo danasîna fîlmên Kurdî çalakiyek lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê grupeka xwendekarên Kurd ji bo danasîna fîlmên Kurdî çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de 2 fîlmên Kurdî yên binavê Pantor û Mast yên ku di gelek festîvalan de xelat sitandin hatin  nîşandayîn û li gel derhêner û lîstîkvanan gotûbêj hatin kirin. Derhêner û  Listîkvan diyar dikin ku  astengiya herî mezin ya li ber sînemaya Kurdî ewe ku sektora sînemaya Kurdî çênebûye ji ber wê  pêwîste sazî  û karsazên Kurd arîkariyek zêdetir bê sînemaya Kurdî.

Ji aliyê koma xwendekarên Kurd ya bi navê Chalak Events ê ve  li Stenbolê ji bo pêşketin û danasîna fîlmên Kurdî çalakiyeka nîşandayîna fîlman hat rêvebirin. Di çalakiya vê hefteyê  de 2 kurte fîlmên derhênerê Kurd Tahsîn Ozmen yên binavê Mast û Pantor hat nîşandayîn. Ev çalakiya ku Kurdan eleqeyek baş nîşan dayî de derhêner Tahsîn Ozmen got ez gelek kêfxweşim ku li gel hemû zehmetiyan Kurd eleqeyeke baş nîşanî fîlmên Kurdî didin, lê ji bo pêşketina sînemaya Kurdî pêwîste piştgiriyek mezin ya aborî  hebe û ew hêvîdarin piştgiriyek zêdetir bo sinemaya Kurdî  bê dayîn.

Derhêner Tahsîn Ozmen ji K24ê re wiha axivî: ''Sînemaya Kurdî, min fîlmên dirêj ne kişandiye, lê ji bo mirov fîlmeke dirêj çêke pêwîst e ji aliyê aborî ve destek zêde hebe.Kurte fîlm kêm zêde tu dikarî çêkî lê ji bo sînemaya Kurdî de fîlmên piştgiriyek xurt lazim e.''

Lîstikvanê  fîlman Suat Usta yê ku di fîlma  pantorê de wek aktorê sereke dilehîst jî da zanîn ku yek ji astengiya li ber sînemaya Kurdî nebûna  sektora sînemayayê ye ji ber wê da ku sînemaya Kurdî pêşbikeve pêwîst e  karsaz û saziyên Kurdan piştgiriya sînemayê bikin da ku  ev sektor geş bibe.

Lîstikvanê Fîlman Suat Usta dibêje: ''Bi Xwedê  gava borî me cardî got sektora sînemaya me nîne. Bilez hewceyî li sektorê heye. Sektor dema çêbû zêdetir proje dê çêbin. Min heta niha di gelek fîlmên Kurdî de lehîstiye em çûne Cannesê em çûne Wanê em  çûne Hekkarî, em çûne hemû welatan heta Berlînalê geriyanê bo sînemaya Kurdî. Bes tiştek kêm e divê karsazên Kurd, Hikûmeta Kurdistanê gelek piştgirî bo sînemayê.''

Yek ji endamê Chalak Events ê Gernas Nenas jî ragihand gelek caran ji bo danasîna fîlmên Kurdî  gala nayên çêkirin ji ber wê jî ew dixwazin bi rêya van çalakiyan fîlmên Kurdî zêdetir derbixin pêş.

Gernas Nenas got: ''Dinav Kurdan de çi kurte fîlm be çi dirêje fîlm be galaya wan çênabe me xwes em hemuyan binîn ba hev.Armanca me ewe ku em sînemaya Kurdî geşbikin û hewcedariyek wisa hebû û me jî ev kêmasî yê û me destpê kir.Ji xwe gel jî tevlî van çalakiyan dibe  û vê  nîşanî me dide.Me hedefeke baş dayê pêşiya xwe."

Welatiyên ku beşdarî vê çalakiyê jî bûyîn dibêjin em dixwazin zêdetir fîlmên Kurdî bêne çêkirin da ku zimanê Kurdî pêşbikeve .

Di vê çalakiyê de piştî nîşandayîna fîlmên  binavê Pantor û Mastê  li gel derhêner saît ozmen  û lîstikvan Suat Usta  gotûbêj hat kirin  û fîlma pantorê dê îsal li 72. mîn festîvala fîlman ya Cannesê de li ser navê Tirkiyê bê nîşandayîn.