Dengbêjên Serhedê li Izmîrê çanda dengbêjiyê didomînin

Li her deverên Kurdistanê kelepora gelê Kurd ya dîrokî, dengbêjî li ber muzîka gelêrî li ber xwe dide. Li Izmîrê jî her çiqas zehmet be jî çend dengbêjên ku ji Serhedê ne vê çandê berdewam dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Izmîr

Li her deverên Kurdistanê kelepora gelê Kurd ya dîrokî, dengbêjî li ber muzîka gelêrî li ber xwe dide. Li Izmîrê jî her çiqas zehmet be jî çend dengbêjên ku ji Serhedê ne vê çandê berdewam dikin.

Dengbêjî bingeha dîroka Kurdî ava dike û bi saya wê jî ev dîrok digihêjê nifşên nû. Ev kelepora Kurdan dengbêjî li gelek deverên Kurdistanê ji bo li ser piya bimînê li ber xwe dide. Li Izmîrê jî dêngbêjên ku ji Serhedê ne û bi salan e li vir bi cîh bûne, ligel karên xwe yên rojane carinan li hev kom dibin û dixwazin çanda dengbêjiyê berdewam bikin. Lê belê ji ber ku welatiyên li vê derê gelekî eleqeyê nîşanî wan nadin edî ew jî tene car caran û bi saya hin kesên ku çalakiyekê saz dikin wê derfêta ku klamên xwe bibêjin dibînin. Dengbêj dibêjin her kilamek dokumenteke ji bo dîroka Kurdan û pêwîst e ev dîrok winda nebe.

Dengbêj Nîhat Agirî li ser vê mijarê ji K24ê wiha axivî: “Tiştê ku em dibêjin em dibêjin em ji gele xwe re xizmetê dikin û em dibê bila ev çand û hûnera me ya wekî zêr winda nebe, em dikarin vê ji zarokên xwe re bibêjin. Wê gavê jî dengbêjî gelekî di xetereyê de ye. Gelek dengbêj di vî bajarî de hene ku kilaman nabêjin. Em bi xwe jî gelekî li ser nesekinîne, ji mehekê carekê ji ber ji aliye aboriyê ve jî kêşê derdikeve. Yanî em mecbur in karê xwe yê rojane jî berdewam bikin çimkî zarokên me jî xwendevan in. Ev yek jî dengbêjiya me dixe xetereyê.”

Li aliyê din dengbêj dibejin bandora dengbêjên Kurd yên wek Şakiro, Sidiqê Dudeng, Ehmedê Zeynal, Tahiro, Zahiro û gelekê din li ser wan çêbûye û bi piranî jî li ser mijarên şer û pevçûn, mirin, şîn û penaberiyê kilam hatine afirandin. Dengbêj Mele Seyîtxan jî amajê pê dike ku divê dengbêj li dengbêjiya xwe xwedî derkeve. Dengbêj Îlhanê Bavê Bişar jî diyar dike li Izmîrê zehmetiyên wan ew in ku ti kes li wan xwedî dernakeve.

Dengbêj  Mele Seyîtxan dibêje: “Dengbêj wexta ku li dengbêjiya xwe bibe xwedî dê gel jî lê bibe xwedî. Yanî qelsî di dengbêjan de çênebe di gel de çênabe. Em ku li xwe bibin xwedî, em ku dengbêjiya xwe bi gel bidin danasîn dê gel eleqeyê nîşanî vê bide ji ber ku gel her wextî di her tîştî de alîkarî da ye me.”

Dengbêj Îlhanê Bavê Bişar jî li ser zehmetiyên dengbêjan jî dibêje: “Zehmetiyên me ev in ku li vir tu kes li dengbêjan xwedî dernekave, yanî kêmasiyên me ev in. Em hene, tûne ne kes nizane. Xwedê ji we jî û Mele Seyîtxan jî razî be, wilo civîn hebin, alîkarî hebin camêr li me digere û em jî tên wekî din em jê ne haydar in.”

Ev dengbêjên Kurd ku ji welatê xwe dûr li xeribiyê dijîn, ji neçerî bo debara xwe bikin hin jê karkeriyê dike hin jê di kare înşaetan de dixebite û hin jê jî esnafiyê dikin. Ji ber ku kes bala xwe nade ser wan û li wan xwedî dernakeve ew jî nikarin vê çanda qedîm yanî denbêjiyê bi rêk û pêk bikin. Bi boçûna dengbêjên li Îzmîrê dema kes alîkariya wan neke û li wan xwedî derneke wê hingî ew jî nikaribin vê çandê her zindî bihêlin û ew ê roj bi roj ji vî hûnerî dûr bikevin.