Hunermend Azad Bedran ji ber gotina "Kurdistan" tê sizadan

Azad Bedran ji ber ku di konset û klîpên xwe de cih daye gotina Kurd û Kurdistanê, tê sazadan.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Muzîkjenê Azad Bedran ji ber ku di stranên xwe de gotina Kurd û Kurdistan bi kar anî ye bi bangeşeya rêxistina neyasayî tê tohmetbarkirin û ji ber vê yekê jî 3 sal û 9 meh sizayê zinadînkirinê lê hatiye birîn. Azad Bedran dibêje helwesta dadgehê ne ji bo şexsê wî ye, ji bo Kurdayetiyeyê ye. Parêzerê Azad Bedran dide zanîn dadgeha herê biryara zindanîkirinê betal kiri ye lê darizandin didome.

Gelek caran hunermendên Kurd ji ber ku Kurdayetiya xwe pirsgirêkên Kurdan di hunera xwe de dikin mijar rastî astengî û sizadanê tên, Herî dawî jî mînaka vê yeke di sizadana Muzîkjen Azad Bedran de xwe da der. Azad Bedran ji ber ku di konset û klîpên xwe de cih daye gotina Kurd û Kurdistanê bi bangeşîkirina rêxistina neyasayî tê tohmetbarkirin û heta di encama doza ku di sala 2018an de lê hatiye vekirin de bi 3 sal û 9 mehan sizayê zindanîkirinê lê hatiye birrîn. Azad Bedran amaje dike ku mixabin mînakên vê rewşê pir in û ew di wê baweriyê de ye pergalek wiha heye ku li hember hemu rengên Kurdî bertek tê nişandan û hemu tiştên derbarê Kurdî de tên krîmînalîzekirin.

Hunermend Azad Bedran ji K24ê re got: "Bi rastî ev doz ne ji bo şexsê min hatiye vekirin.Piştî rewşa awarte êrîşek mezin hember çanda Kurdan destpê kir. Gelek hunermend, siyasetmedar û rojnamevan di girtîgehan de ne. Stranên ku ez dixwînim ji aliyê wezareta çandê ve jî hatine pesendkirin lê dîsa jî doz bo wan stranan vedibe."

Azad Bedran piştî ku ji ber stranên bi Kurdî hatiye sizadan derbarê wî de dozek din jî hatiye vekirin ku parvekirinên wî yên medyaya civakî wek sedem hatine nîşan dan. Parêzerê Azad Bedran Soran Haldî Mizrak dide zanîn ku sizayê Azad Bedran ê 3 sal û 9 meh ji aliyê dadgeha herêmî ve hatiye betalkirin û dosyaya wî bo dadgehê paşve hatiye rêkirin. Lê dîsa jî doz didome.

Parêzerê Soran Haldî Mizrak diyar dike: "Azad Bedran ji ber ku bi zimanê xwe stran gotiye tê sizadan. Huner divê di çarçoveya azadiya ramanê de were nirxandin. Lê em dibînin ku pergala hiquqê wiha lê nanêre. Dadgeha herêmî biryara sizadanê betal kiriye û doz ji nû ve tê dîtin. Biryar ji aliyê ûsûlê ve hatiye betalkirin. Gotine delil baş nehatine berhevkirin. Em hêvî dikin ku hiquq were cîbicîkirin û ji ber hunera xwe ti hunermend neyên sizadan."

Azad Bedran di sala 1989ê de li Sêwerega Rihayê hatiye dine û dibêje dema wî çavên xwe li dinê vekiriye bavê wî di girtîgehê de buye. Sedema wê jî ew e ku bavê wî wê demê bandên stranên bi Kurdî difiroşt û ji ber vê jî hatibû zindanîkirin û vê yekê bandorek mezin li wî kiriye û wî jî biryar daye ku bi zimanê xwe stranan bibêje.