Çemê Dîcle-3 (Ji Xabûrê heta Mûsil, Mexmûr û Xwêlênê)

Abdurrahman Onen ji K24 re nivîsî... Çemê Dîcle 3...

Abdurrahman Onen

Çemê Mezin (Büyük Zap-Çığlı Suyu), ji çîyayên li bakurê Elbakê dest pê dike, çemên Ava Reş, Nihêlê û hwd tev lê dibin. Çemê Nihêlê, di nav Deşta Geverê re derbas dibe û digîhêje ser Çemê Mezin. Taybetîyeke vî çemî ya herî balkêş ev e ku gelîyê çem pir teng û kûr e û ava çem pir bi lez û bez diherike. Çemê Mezin, di rojhilatê Colemêrgê re derbas dibe, li rojavayê Çelê (Çukurca) derbasî Başûr dibe. Çemê Mezin li Başûr bi navê Zêyî Gewre di nav sînorê Amedî, Barzan û Akrê re derbas dibe û di nav sînorê Hewlêr, Mexmûr û Mûsilê de tev li Çemê Dîcle dibe.

__________________________________

XWEZAYA GELÎYÊ ÇEMÊ MEZIN*

Gelîyê Çemê Mezin (Çemê Zê) ji bo çivîkan qadeke girîng e, çivîkên koçber him li vir zêde dibin û him jî di vir re derbas dibin. Sîsarka biçûk (Mısır akbabası, Neopron percnopterus, küçük akbaba) û keçelok (Sakallı akbaba, Gypaetus barbatus), di vî gelîyî re derbas dibin û li vir zêde dibin.

 

Semendera Ûrmîyê (Urmiye semenderi, Neurergus crocatus), di vî gelîyî de dijî, li dinyayê tenê li Kurdîstanê (li herêma ku di nav dewletên Tirkîye, Iraq û Îranê de dimîne) dijî û bi talûkeya ku jiholêrabûnê re rû bi rû ye. Ev gelî ji hêla pinpinîkan (kelebek) jî qadeke pir balkêş e. Heft cureyên pinpinîkan yên endemîk li vir dijîn, du pirpinîkên ku tenê li vir dijîn ev in: (çokgözlü Cilo mavisi, Polyommatus ciloicus) û (çokgözlü Hakkari çillisi, Polyommatus dezinus).

 

Di gelîyê Çemê Mezin de gelek hêşinahî şîn dibin, 15 cureyên hêşinahîyê yên endemîk di vî gelîyî de şîn dibin, ji van hêşinahîyên endemîk yek jê jî Galium zabense ye, bi Tirkî jê re gotine zap iplikçiği, ev hêşinahî li dinyayê tenê di Gelîyê Zê de şîn dibe. Taybetîyeke gelîyê vî çemî jî qûm e, piraya qûma ku di avahîyên Colemêrgê û navçeyên wê de tê bikaranîn ji vir tê derxistin. Gelek projeyên DSİ yên bendavan (Çelê-Çukurca, Doğanlı-gundê Geverê, Pîyanîs-Geçitli û hwd) hene, hek ev bendav bên çêkirin ev dewlemendîya vî gelîyî wê ji holê rabe.

 

__________________________________

 

Zêyî Piçûk (Küçük Zap), ji bakurê rojavayê Pîranşehirê (navçeya rojhilatê Kurdistanê) dest pê dike û ber bi başûrê rojhilat ve diherike. Zêyî Piçûk li ser sînorê Serdeşt û Bane ber bi başûrê rojava dizîvire, li bakurê Şarbazar ber bi Qeladizê ve diherike. Piştî Bendava Dokan ber bi rojava ve dizîvire. Zêyî Piçûk piştî Pirdê, Dibis û Xwêlênê tev li Dîcle dibe.

Çemê Dîcle li nêzîkî sînorê Iraq û Îranê tev li Çemê Feratê dibe û bi navê ŞetulEreb digîhêje ser Bendava Besrayê.

Di demên borî de li ser Çemê Dîcle kelek dihatin bikaranîn; darên ku ji çîyayê Pîrezîz yê li paş Hênê dihatin jêkirin bi kelekan re digîhaştin Diyarbekirê. Kelekên ku li ser wan bar û însan hebûn, ji Diyarbekir bi rê diketin diçûn heta Cizîr, Mûsil û Bexdê (Baxdat).

Sêla Avî[1] (Reqê Feratê, Rafetus Euphraticus, Fırat kaplumbağası), li dinyayê tenê di gelîyên Ferat û Dîcle de dijî. Ev req di nav gelîyê çem de li deverên nizm, bi qûm û dûrî însanan dijî. Ji ber ku li ser Feratê gelek bendav hatin çêkirin, êdî li Feratê nemane û li Dîcle jî pir kêm bûne. Hek Bendava Heskîfê (Ilısu Barajı) li ser Dîcle bê çêkirin, dibe ku li vir jî nemînin.[1] Çîyayê Gabar (Küpeli Dağı), bi daristanên mazî, qadên zinarî yên asê û çivîkên mezin yên guhanî û dirinde erdnîgarîyeke kovî ya pir kêm tê dîtin e. Çemê Dîcle û şaxên wê di vê deverê re derbas dibe û gelek lat û gelîyên tîk, kûr û bilind çêdikin.[2]

 

 

[1] Mehmet Çapan, ji Eyntirtê (Kaya, gundê Gêlê) ye.

[2] Dicle Vadisi, Atlas Dergisi. http://www.kesfetmekicinbak.com/

[3] Dicle Tuba Kılıç, http://hasankeyfesadakat.kesfetmekicinbak.com/dogal_alanlar/00082/