Li Kurdistanê bernameya THE LEGEND destpê dike

Biryar e li kenala (Ava entertain) mezintirîn bernameya pêşbirka stranan a bi navê (THE LEGEND) destpê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e li kenala (Ava entertain) mezintirîn bernameya pêşbirka stranan a bi navê (THE LEGEND) bi konsepteke cudawaz li hemû Rojhilata Navîn destpê bike.

Kenala (Ava entertain) bi riya tora civakî belav kiriye, li her çar perçeyên Kurdistanê welatiyên dixwazin bibin efsane beşdarî bernameyê bibin.

Yekem zincîreya bernameyê, roja Îna bê 15ê Mijdarê demjimêr 19:00 tê weşandin.

 

 

S. B