Nivîskar û xwendevanên Kurdî hersal zêdetir dibin

Di van salên dawiyê de li gel rewşa zehmet ya Kurdan xebatên li ser Kurdî berdewam dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Di van salên dawiyê de li gel rewşa zehmet ya Kurdan xebatên li ser Kurdî berdewam dikin. Li gor hin nivîskarên Kurd rewşa zimanê Kurdî her diçe pêşdikeve û êdî hejmarek zêde ya xwendevan û şopînerên Kurdî çêbûne.

Li gel rewşa şer û nexweşiyên ku niha Kurd tê re derbas dibin, kar û xebatên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Li stenbolê li navenda Şa Performansê ya ku li tê de ji semîneran bigirin heta şano û muzîka Kurdî tê nişandan vê carê bi ji bo nasandina nivîskarên genç yên Kurdan çalakiyek hat rêvebirin. Damezrînerê vê navendê Tuncay ozel radgîhîne armanca wan ewe ku di warê Kurdî de çi xebatên têne kirin li vê derê bidin nîşandan û cihekê yê Kurd bikarin lê kom bibin ava bikin.

Rêveberê Şa Performansê Tuncay Ozel ji K24ê re got:''Herdem em ji bo karê Kurdî dixebitin.Çi gotûbêj bin çi danasîna fîlmekê be,carinan şano,muzîk û dengbêjan. Me ev der ji Kurdan re wek wargehekê avakir û çi çalakiyê kê hebe em dixwazin li vederê azad nişan bidin. Em dixwazin Kurd li vê derê xwe aram hîs bikin wekî mala xwe."

Yek ji nivîskarê genç yê Kurd Ferhadê Mihemed jî diyar dike van salên dawiyê de dinav gencên Kurdan de xwendina bi zimanê Kurdî zêdetir bûye û pêwîste êdî hemû Kurd ji bo zimanê xwe bixebitin.

Nivîskar Ferhadê Mihemed dibêje: ''Ez dixwazim çalaki û bernameyên wiha zêdetir bibin. Ji ber ku bala mirovan dikşîne û bandorek erênî li ser zimanî dike.Ez li ser çîroka hemdem ya Kurdî radiwestim û tiştên li ser vê nehatîn çêkirin bicebînim .Yanî divê em herkes dest bavêjin zimanê Kurdî û divê mijar û meseleya serekê zimanê Kurdî be."

Nivîskarê Kurd Salîh Kevirbirî radgihîne ligor nifûsa Kurdan xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kêm e lê li gor demên berê niha rewşa zimanê Kurdî berbi aliyeke gelek baş ve diçe û divê navendên ku xebatên Kurdî nişan bên zêdekirin da ku Kurd bikarin ji van xebatan agahdar bibin.

Nivîskar Salih Kevirbirî dide zanîn: '' Dema ku em 10-15 sal berê tînin berçavên xwe em dibînin ku rewş gelek gelek baş e.Yanî em dikarin bibêjin hezaran dehhezaran şopîner û xwendevan û nivîskarên vî zimanê hene ku Kurdî dinîvîsin û dixwînin. Bi rastî jî çand û hunera Kurdî,zargotin,zimanê Kurdî, şano û muzîka Kurdî eger li van deran neyên nişandan agahiya me dê jê çênebe."

Li gel zêdebûna xebatên li ser ziman , çand û hunera Kurdî dinav Kurdan de jî eleqeya bo van xebatan her diçe zêdetir dibe û li gor gelek nîvîskaran jî zimanê Kurdî gelek bilez pêşdikeve û pêşerojek geş li benda zimanê Kurdî ye.