Çîroka "Cembelî û Binevş"ê bi şanoyekê hate pêşandan

Komeleya Ciwanên Dilxwaz yên Colemêrgê bi biryar in ku, li gelek bajarên din jî vê şanoya xwe peşkeş bikin.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li her çar parçeyên Kurdistanê çîrokên evîndariyê hene ku, bi çanda devkî heta roja me ya îro hatine. Yek ji wan çîrokan jî  çîroka "Cembelî û Binevş" e. Ev çîrok ku, di dîroka kurdan de xwedî cihekî giring e bi şanoyekê li Colemergê hate pêşandan.

Şanoya ku, li Navenda Çandê ya Colemêrgê hate lîstin evîndariya Cembeliyê Mîrê Colemêrgê û Binevşa keça Begê Qerecdaxê ya ku, di salên 1670an de hatibû jiyan radixe ber çavên temaşevanan.

Di şanoyê de ku, ji aliyê Komeleya Ciwanên Dilxwaz yên Colemêrgê ve hate pêşkêşkirin ji bilî welatiyan, Walîyê Colemêrgê jî temaşevan bû. Di çîrokê de behsa êş û keder, xayîntî û şerên di navbera eşîrên kurdan de tê kirin. Di nava wan şerê eşîran de evîndariya Cembelî û Binevşê jî rû daye. Gohdariya çîrokê gelekî dilşewat e û dema mirov dibihîze gelekî xemgîn dibe.

Derbarê vê mijarê Waliyê Colemêrgê Cuneyt Orhan Toprak wiha got: "Helbet çîrokeke bi êş û xemgîn e. Lê rastiya jiyana me ye. Bi rastî jî çîrokên evîndariyê li vê erdnîgariyê bi navên cuda cuda gelek caran hatine jiyandin."

Lîstikvanên şanoyê dibêjin ew kêfxweş in ku çîroka  wiha evîndariya sed salan tîne ziman ji Colemergê derketiye û ji bo wan bûye rûmeteke mezin û bi şanoyekê ev çîrok pêşkeş kirine.

Melîke Onal Lîstikvan ( Binevş ) wiha ji K24ê re axifî:

"Ji bo min rûmetek mezin bû ku min rola Binevş hilgirte ser xwe. Me eşqa ku li ser xaka welatê min hatiye jiyandin ragihand. Çîrokeke beriya sedan salan hatibû jiyandin û me tê de rola xwe wergirt. Ez hêvî dikim dê tiştên xweştir jî pêk bên."

Ji aliyê xwe ve Rauf Ertunç - Lîstikvan - (cembelî) wiha got:"Li Colemêrgê, di dîroka me de, Cembelî û Binevş, cihê vê, cihgirtina vê pir mezin e. Ji ber vê çendê jî ez Cembelîyê Mîrê Hekarî bûm. Ev rastî jî heye, eşq û evîna insan salpisal derbasbît jî nava dilê insan de cihekî mezin digrît in."

Komeleya Ciwanên Dilxwaz yên Colemêrgê bi biryar in ku, li gelek bajarên din jî vê şanoya xwe peşkeş bikin. Herwiha komele dê ji bo alîkariya malbatên Geverê ku xaniyên wan hatine şewitandin û wêrankirin jî şanoya xwe pêşkêş bike.