Ehmedê bilûrvan serpêhatiyên Kurdan bi newayên bilûrê vedibêje

Ehmedê Bilûrvan ev 50 sal in ku li herêma Diyarbekirê êş û keder, şahî û keyfxweşiyên Kurdan bi newayên bilûrê tîne zimên.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Ehmedê Bilûrvan ev 50 sal in ku li herêma Diyarbekirê êş û keder, şahî û keyfxweşiyên Kurdan bi newayên bilûrê tîne zimên.  Ehmedê Bilûrvan amaje dike ku heta bêhna xwe ya dawiyê jî dê bilûrê lê bide. Bilûrvanê navdar bang li ciwanan jî dike ku hûnermendan bi tenê nehêlin û bilûrvaniyê bidomînin.

Ehmedê Bilûrvanê ku temenê wî nêzî 70'yê ye ji navçeya Qerez a Diyarbekirê ye. Ji ciwaniya temenê xwe ve li herêma Diyarbekirê bilûrê lê dide. Ehmedê Bilûrvan amaje dike ku, ji salên ciwaniya xwe ve di şevbêrkan de bilûr lêdaye û stran striyan ne. Ehmedê  Bilûrvan, stranên li ser eşq û evîndariyê, mêrxasî û şerên giran hem striya ye û hem jî bi bi bilûrê lêdaye.

Ehmedê bilûrvan ji K24ê re got: "Ez li her aliyê vê herêma Diyarbekirê geriyam e, her kes min nas dike. Ez piçûk bûm, min golikvanî dikir, feqîrî bû. Min şivantî jî dikir û min 30 salan hostetiya dîwarên kevir kir. Ez hînî bilûrê bûm û bi bilûrê çûm dîlanan. Me hefteyekê li govendan bilûr lê dida 50 lîreyê sor didan me. Ev bilûra min  dilik e û bi bêhneke bihêz mirov dikare lêbide."

Ehmedê Bilûrvan amaje dike ku li rênçberiyê xwe bi xwe hînî lêdana bilûrê bûye û wiha dibêje: "Piştî ku ez hînî lêdana bilûrê bûm min ev xebat wekî deriyeke debarê ji xwe re bi kar anî."

Radyoya Êrîvanê jî di jiyana Ehmedê Bilûrvan de cihekî cûda digire. Ehmedê Bilûrvan dibêje, me stranên hunermendên wekî Meryemxan, Egîdê Cimo, Kapapêtê Xaço û Eyşe Şan guhdar dikir û ji ber dikir.

Ehmedê Bilûrvan dibêje;  Ermenekî bi navê Nişo li navçeya Sûra Diyarbekirê bilûr çêdikirin û hemû bilûrvanên herêmê ji hoste Nişo bilûr dikirîn lê min bi xwe ji çîqê bilûr çêdikirin. Ehmedê Bilûrvan dibêje, divê bêhna bilûrvanan bihêz be da ku bikaribe bi awayekî rîtmîk newayan derxîne.  Li gorî, Bilûrvanê navdar pêwîst e bilûrvanan hay ji siheta xwe jî hebin û xwedî bêhnek bi sihet be.

Ehmedê bilûrvan dibêje: "Ji bilî min stranbêjên cıvatan tûne bûn, kesekî hebû lê niha temenê derora 80-85'an e. Ji bilî min li Qarazê dengbêj tûne bûn. Bilûrvanê ku di dawetan de bilûr lê dida tenê ez bûm. Li Hezro û Gêlê bilûrvan hebûn lê niha tu kesê ku bilûrê lê bide nemaye."

Ehmedê Bilûrvan amaje dike ku nêzî 30 bilûran çêkiriye û belavî derdorê xwe kiriye lê tu kesê bilûrvanî nekiriye.  Hosteyê bilûrê ji vê yekê xemgîn dibe û dibêje tevî extyariyê dixwazim ku kul û kederên li ser vê axê hatine jiyîn bi bilûrê vebêjim.