Şêwekar Haydar Ekînek bi bizmar û teniyê wêneyan xêz dike

Nîgarkêşê Kurd Haydar Ekînek li cîhanê yekem kes e ku bibizmar û teniyê tenûrê wêneyan xêz dike.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Nîgarkêşekî ji bajarê Wan ê Bakurê Kurdistanê bi şêwazeke xwe ya serincrakêş huner û kultira welatê xwe dide der. Hunermendê Kurd li cîhanê yekem kes e ku bi bizmar û teniyê tenûrê dest bi xêzkirina wêneyan dike. Haydar Ekînek ê nîgarkêş ku bi vê şêwaza xwe taybet û balkêş li Ewropa û Rojhilata Navîn gelek pêşangeh vekirine, dil dike ku li Herêma Kurdistanê pêşangehekê veke

Nîgarkêşê ji bajarê Wanê ye di zaroktiya xwe de dixwaze wêneyan xêz bike, lê belê hin kelûpel nikare peyde bike, li ser vê dewsa firça bizmar û şûna boyaxê jî teniya tenure bi kar tîne.

Nîgarkêş Haydar Ekînek ji K24ê re got: “Çaxa em zarok bûn li Wanê, diya min nanê tenure çê dikir û dema tenûr dadida dîwarên derûdor ji ber tenî û dûyê reş dibûn, min jî li ser wan dîwarên tenîgirtî bibizmarê resm çê dikir û piştre min resmên mezin xêz kir û ev metod berdewam kir.”

Ekînek, bi vê şêwaza xwe ya taybet dest bi rêwitiya hunerê dike û li gelek welatên Ewropa û Rojhilata Navîn bi dehan pêşangehan vedike. Herî dawî li Stenbola Tirkiyê pêşangehek vedike.

Nîgarkêş Haydar Ekînek dibêje: “Dema min bi bizmar û teniyê tenûrê dest bi xêzkirina wêneyan kir, min li cîhanê nihêrî ji xeynî min kesek tune bû ku ev şêwaz bi kar aniye. Piştî min dest bi vê şêwazê kir çend kesên din derketin metoda min bi kar anî.”

Nîgarkêşê Kurd ku wek Pîcassoyê Bakurê Kurdistanê jî tê binavkirin, di vê pêşangaha xwe ya li Stenbolê bi navê "Gorê Sor li Hevraza Mercanê" de zêdetir bale dikêşîne ser nakokî û aloziya jiyanê û di gelek berhemên xwe de behsa jiyana jinên ku gelek zehmetî dikêşînin dike.

Xêzkarê Gravurê Mistefa Saritaş dibêje: “Li ser înternetê min tabloyên Haydar Ekînek ê nîgarkêş didîtin, lê niha cara yekem e di vê pêşangehê de bi awayekî zindî min dît. Şêwaza wî ya bi bizmarê pir bala min kişand û berhemên wî gelek serkeftî ne.”

Ekînek ê ku bi berhêmên xwe yên hunerî kultira welatê xwe dide der dixwaze li Herêma Kurdistanê jî pêşangeheke hunerî veke.