Navdarên Kurd: Mehrîbana Berwarî
Navdarên Kurd: Mehrîbana Berwarî
K24 – Navenda Nûçeyan
Mehrîban, keça Mele Hesen Mayî ye. 1858an li gundê Mayê li devera Berwarî Mela li Bakurê Amêdiyê jidayik bûye.
Di hunera destan, bi taybetî nexşa mexfuran de gelek jêhatî bûye. Ji aliyê bavê xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûye. Di ciwaniya xwe de, keçek gelek xweşik bûye û bedewiya wê li deverê deng daye. Mehrîban evîndarê kûrmamê xwe bûye, fikr û hizrên wê her li kurmamê wê Feqî Ehmed bûye.
Di wê demê de Mîrek mezin ji devera Berwarî, ku agahê xweşikiya Mehrîbanê bûye û destê wê ji bavê wê xwestiye. Bavê wê jî, ew daye wî Mîrî. Lê hizr û fikra wê, her li evîna wê girêdayî kûrmamê wê bûye û helbest li ser evîna xwe bo Feqî Ehmed nivîsandin e.
Li ser lêkoînên me ji bo Mehrîbana Berwarî ku yek ji helbestvanên jin ên yekem di Kurmancî de tê nasîn nivîskar û helbestvanên devera Behdînanê diyar kirin ku, yek ji helbestên wê gihêştiye heta roja me ya îro, ku K24ê kar bidest bixe.
Mehrîbana Berwarî, di sala 1905an de li gûndê Mayê jiyana xwe jidest da ye.
Helbest:
SILAV
Ger tu bi rêkekê de çûyî,
Te ciwanek dît,
Bêjna wê ya şeng û zirav…
Gelek, gelek
Ji bêjna terhên çinarê
Şîrîntir bû
Pêla pora wê ya zêrîn,
Ji pêlên gûm û rûbara…
Bilindtir bû
Germiya her du çavên wê
Ji agirû hezar kuçkên
Zivistanê…
Gerimtir bû,
Tu bi Xweda kî,
jê nabûre
Er perî bi rast û dirustî
Warê min e
Na, nebêre ji wê xatûnê
Tu silavên agrînên min,
Bigehînê,
Tu bigehînê…