Li Enqerê Belgefîlmê li ser Rojava hat pêşkêşkirin

Şerê li Rojavayê Kurdistanê yê ku di 2011an de dest pê kiribû, bû mijara fîlman. Ew berxwedan û şoreşa li Rojava ku bi destê Kurdistaniyan ve pêk hat û her didome, ji bo sînemaya Kurdî bû çavkaniyeke giring û li ser rewşa Rojavayê belgefîlmê yekem hate kişandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ad165d19-685d-49a4-9ba5-108b9349d21f/BelgefilmaLiSerRojava.ism/manifest

K24 – Enqere

Şerê li Rojavayê Kurdistanê yê ku di 2011an de dest pê kiribû, bû mijara fîlman. Ew berxwedan û şoreşa li Rojava ku bi destê Kurdistaniyan ve pêk hat û her didome, ji bo sînemaya Kurdî bû çavkaniyeke giring û li ser rewşa Rojavayê belgefîlmê yekem hate kişandin.

Li paytexta Tirkiyê Eneqerê di çarçoveya Festîvala Filmên Karkeran yên Navneteweyî de belgefilmek li ser Kanton û Xweseriya li Rojavayê Kurdistanê niha tê jiyandin hate çêkirin. Ev fîlm li Enqerê li Navenda Hunerên Nûjen ya girêdeyî Şaredariya Çankayayê  hate pêşkeşkirin. Ligel derhênerê belgefîlmê li ser Rojava Kutbettîn Cebe û gelek welatî beşdarî pêşkêşkirina vî fîlmî de kirin. Belgefilmê ku hate nîşandan ji aliyê welatiyan ve eleqeyeke mezin dît.

Belgefilmê bi navê "Roza" ku dema çeteyên DAIŞê de êrîşên xwe yên herî berfireh li ser Rojava dabûn destpêkirin hate kişandin, hem şerê li Rojavayê Kurdistanê hem jî têkoşîn û berxwedana gelên ku li wê derê dijîn û hem jî jiyana hevkar radixe ber bi çavê temaşevanan.

Derhênerê Belgefîlmê Kutbettîn Cebe derbarê belgefîlmê xwe de ji K24ê re axivî û got: “Bi kişandina belgefîlma ROZA bi rastî armanca me hindekî naskirina Rojava bû. Bi taybetî em li ser mijara xweseriya demokratîk rewestiyan ka gelê wê derê çawa û bi çi awayî xwe ava kirine û çawa li hemberî DAIŞê şerdikin? Em li ser van mijaran seknîn. Bi çi awayê di nava xwe de dijîn, rastî em li ser vê mijarê rawestiyan.”

Di belgefîlm de ji bilî şerê ku li wê derê berdewam dike,  derhênerê belgefîlm bal kişande li ser pergala ku nû li Rojavayê ya derbarê jiyana hevpar û civatên gel yên ku hatine danîn. Her çiqas tevahiya cîhanê tenê bi çavê şer li Rojavayê binihêre, li wê derê bingeha pergaleke nû ji bo gelên Rojhilata Navîn tê amadekirin.

Ev belgefîlm ji aliyê temaşevanan ve ji bo pêşketina sînemaya Kurdî û berdewamiya projeyên bi vî rengî serkeftî hate dîtin û temaşevan pê kêfxweş bûn.

Xwendekar Mûcahît Altun nêrîna xwe ji K24ê re diyar û got: “Niha li Rojava li hemberî DAIŞê berxwedanek mezin heye. Ev belgefîlm ji bo pêşketina Sînemaya Kurdî tiştekî gelekî grîng e. Em pir kêfxweş in.”

Herwiha xwendekar Mustafa Ergûn jî derbarê Sînemaya Kurdî ji K24ê re anî ziman: “Sînemaya Kurdî nû geş dibe. Derdê Kurdan bi rastî jî derdekî zêde ye. Hewceye ev kul u dert bi awayekî derkevin, ev yek jî bi riya çapemenî û sînemayê dibe. Ji bo vê jî pêwîst e hîn zêdetir jî bên kişandin. Hêvîya me ew e, ku derdê Rojava, derdê Kurdan bi awayekî hunerî bê nîşandin.”

Derhênerê belgefîlmê Roza amaje bi wê yekê kir ku wan di nava şert û mercên zor zehmet de ev belgefîlm kişandiye. Ji ber ku hem êrîşên DAIŞê yên berfireh li ser Rojava berdewam dikirin, hem jî di warê aboriyê de kêmasiyên wan hebûn. Herwiha di çarçoveya festîwalê de ev belgefîlm li çend cihên din jî  bê pêşkeşkirin.