Ebdula Şikakî bîranînên êrîşa li ser Efrînê belge kiriye

Li ser dirêjahiya 56 rojan, Ebdula Şikakî hurgûliyên rojên şer û topbaranê dinîvisand

K24 – Qamişlo

Welatiyekî ji bajarê Efrînê ku niha li Qamişlo dijî, hûrgiliyên rojane yên di êrîş û topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê de bûne, ku ew bi xwe wek bînerekî di wan bûyaran de bû, di lênûsekê de belge kiriye. Welatiyê bi navê Ebdula Şikakî dibêje ku armanca wî ku dagirkirina Efrînê were belgekirin.

20 Çiliya 2018an, dîroka ku nayê jibîrkirin e. Di vê dîrokê de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar dest bi êrîşa li ser Efrînê kir. Piştî 24 demijmêran li ser êrîşan, welatiyê Efrînî Ebdula Şikakî dest bi nîvsandina bûyerên bi çavên xwe didîtin kir û hemu hûrguliyên jiyana di bin topbaranê de di lênûseka xwe de belge dikir.

Li ser dirêjahiya 56 rojan, koçberê 69 salî hurgûliyên rojên şer û topbaranê dinîvisand, berî ku ew bixwe jê koçber bibe û Efrîn were dagirkirin. Şikakî dibêjem wî dixwest di riya nîvisandina van bîranînan re, wan bûyeran û êş û karesata bi serê wî û xelkê Efrînê de hatiye belge bike û nifşên bê êşa Efrînê jibîr nekin.   

Ebdula Şikakî dibêje, helbet hemû koçberên dunyayê çîrok û bîranînên êşê bi xwe re hiltînin, lê çîrokên herî bi êş li cem Kurdên koçber têne dîtin, nemaze ku jiyana di bin konan de ne ji kultura Kurda ye.