Navdarên Kurd: Damaw Husênê Mukriyanî

Damaw Husênê Mukriyanî, yan Husên Hûznî Mukriyanî yan jî Damawî Mukriyanî 1893'an li Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dine. Dîrokzan û rojnamevanekî Kurd e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Damaw Husênê Mukriyanî, yan Husên Hûznî Mukriyanî yan jî Damawî Mukriyanî 1893'an li Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dine.  Dîrokzan û rojnamevanekî Kurd e. Navê temam Damaw Husênê Mukrîyanî, Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Şêx Îsmaîl e. Di 12 saliya xwe da çû MeraxTewrêz û Yerewanê. PiştrE, 12 sala bi kincên afxanî, ji bo komkirin û tomarkirina dîroka Kurd, li hemû Kurdistan û welatên derva (MisirLibnanHîcazFransa, hwd) geriya.

Jiyana wî ya rewşenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel Mihemed Mihrî, bi belavkirina Rojnameya Kurdistanê dest pê kir. Wî nêzîkî salekê ev rojname li Stenbolê belav kir.

Wî berhemên edebî û dîrokî nivîsî û çap kir. Di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18  pirtûk çap kirin, ku piraniya wan li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyariyên bi nirx in.

Ew di nav Kurdan de yekemîn kes e ku, çapxane ji bo zimandîrok û wêjeya Kurdî damezrand. Wî di sala 1915'an de li bajarê Helebê çapxanek damezrand. Li wê derê piştevanî da Serhildana Şêx Seîdê Pîranê. Di encamê de desthilatdarên wê çaxê, li Helebê ew aciz kirin. Damaw Husênê Mukriyanî ser van bûyeran, di sala 1925'an da çapxana xwe bir Kurdistana Başûr û li bajêrê Rewandizê damêzrand

Di 25’ê Gulana 1926'an da li Rewandizê yekemîn hejmara kovara "Zarî Kurmancî" derxist. Di navbera salên 1926 û 1932’an da kovara Zarî Kurmancî çap kir. Ji vê kovarê 24 hejmar belav kir.

Di sala 1934’an da li Silêmaniyê di gel PîremêrdRojnameya Jiyan belav kir.

Di sala 1935-1936’an da li Hewlêrê di gel parêzer Şît MistefaKovara Ronakî belav kir

Di navbera salên 1942-1946’an da rolê serekî di nivîskariya kovara Dengî Gêtî Tazeda girt.

Di roja 20’ê îlona 1948’an da li bajarê Bexdayê jiyana xwe ji dest da. Termê wî li bajarê Hewlêrê di Goristana Îmam Mihemed da hatiye veşartin.

 

Berhemên Damawî Mukriyanî :

  • Gevherê Yekane Heleb 1914
  • Mêrgeya Dilan Heleb 1920
  • Xunçeyî Biharistan Heleb 1925
  • Pêşkevtin Revandiz 1927
  • Avirekî Paşev Revandiz
  • Mêjûyî hukimdaranî Baban Revandiz 1931
  • Navdaranî kurd Revandiz 1931
  • Mîranî Soran Revandiz 1935
  • Şahenşahanî kurdî Zend 1936
  • Kurd û Nadirşahî Hevşar 1936
  • Kurdistanî Mokriyan Revandiz 1938
  • Be kurtî hekayetî dîrokî rojnamekan da 1947

Dîsa jî kitêbê Mamosta Seyid Hosên Hoznî weko :

  • Eilamî Kurd
  • Tarîxî Baramî Çûbîn
  • Tarîxî Kurdistan III
  • Mêjûyî Koyê
  • Sablax (Mehabad) û Şêx Obeydollahê Nehriyê
  • Selaheddînê Eyûbî li mêjû da
  • Neteveyê kurd
  • Elmiretolakise li tarîx Şarezor û Meşahîroha
  • Mêjûyî Aşoriyekan
  • Caf û Dizlî li mêjû da
  • Simko û Seyid Tahayê Şemzînan
  • Mêjûyî Hewlêr
  • Mêjûyî Şarî Kerkûk
  • Mîranî kurd le Îraq da
  • Îmadiyê. Behdînan,Êzidî û Baban
  • Kurd û serfirazî
  • Kurdistan le şerekanî cengî cihanî yekom da